Misr û Îran
Misir Ji Bo Hevkariya Bi Îranê Re Amade Ye
Berî niha ji bo çareseriya rewşa Sûriyeyê, Tirkiye, Îran û Misir li Qahîreyê civiyabûn. Muhammed Mûrsî wezîrê karên derve yê Îranê Elî Ekber Salihî qebûl kir. Mûrsî îfade kir ku Misir, ji bo çareserkirina pirsgirêkên rojhilata navîn amade ye ku bi Îran û welatên din yên herêmê re hevkariyê bike. Mûrsî da zanîn ku rola Îranê di çareserkirina problemên herêmê de pozîtîf e. Muhammed Mûrsî silavên Misrê ji mezin û milletê Îranê re rêkir û wiha got “Welatên Îslamê, li hember pirsgirêkên dinyê, ji bo heqên muşterek bidest bixin, divê yekîtiyê pêk bînin. Îran û Misir du heb welatên ku xwedî medeniyetên esasî ne û di navbera wan de tu problem tune ye.”
Salihî jî ji ber berxwedana wan, milletê Misrê pîroz kir û xwest ku îrada millet di îdara dewletê de hakim bibe.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.