MÎT lîsteya kesên ku ‘ByLock’ bikar anîne teslîm kir

MÎT lîsteya kesên ku ‘ByLock’ bikar anîne teslîm kir

MÎT, lîsteya 215 hezar kesên ku ‘ByLock’ bikar anîne teslîmê Serdozgeriya Komara Enqerê kir.

Saziya Îstîxbarata Neteweyî (MÎT), lîsteya 215 hezar kesên ku ‘ByLock’a tora peyamşandinê bikar anîne teslîmê Serdozgeriya Komara Enqerê kir.

Hat ragihandin tîmên Seroktiya Daîreya Micadeleya bi Sûcên Organîze û Qeçaxtiyê (KOM) ji bo ku diyar bike kî vê torê bikar aniye dest bi xebatan kirin. Hat diyarkirin ku di vê bergehê de 18 milyon peyamên endamên FETO hatine teşxîskirin.

Hat ragihandin ku ev lîsteya kesên ku ByLockê bikar anîne ji teref Saziya Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) ve teslîmê Serdozgeriya Komara Enqerê hatiye kirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.