Mîtînga Dıyarbekırê
Fîlma xebîs ku bi destek û fînansa îşgalkerê Emrîka û siyonîst Îsraîl hatibû çêkirin û heqaret li pêxemberê me dikir
Mîtînga Dıyarbekırê
Lı Ber Fîlma Xebîs Dı 23ê Îlonê De Mîtîngek Mezın Tê Lı Dar Xıstın
Fîlma xebîs ku bi destek û fînansa îşgalkerê Emrîka û siyonîst Îsraîl hatibû çêkirin û heqaret li pêxemberê me dikir, li her derê alema Îslamê tê tel’în kirin. Li ber fîlma heqaretwarî protesto tên li dar xistin.
Her wiha platforma evîndarên pêxember jî, bi amanca nîşandana tepkiyên li ber vê fîlmê, di 23ê Îlonê de li Diyarbekir li meydana îstasyonê mîtîngek mezin li dar dixe. Ji ber vê yekê jî amadehiyên xwe bi lez didomîne.
Hat îfade kirin ku gelek saziyên sivîl destekê didin vê mîtînga protestoyê. Koordînatoriya platforma evîndarên pêxember ya Batmanê da zanîn ku, wê ji bo mîtîngê ji pênc noqteyan wesaîtan bi rêxin. Ji platformê wiha hat gotin “Bila hemî dinya zanibe, ummeteke ku pêxemberê ezîz terk nake û heqareta li wî tucar qebûl nake heye û ew ummet, wê roja yekşemê di mîtînga sedeqeta ji pêxember re de kom bibe.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.