Mîtînga Ji Bo Hefsiyan

Mîtînga Ji Bo Hefsiyan

Li Ramallahê Millet Ji Bo Girtiyan Meşiyan

Millet û merivên girtiyên siyasî yên ji teref îdara Mahmûd Abbas ve hatine girtin, ji bo berdana wan, li Ramallahê meşiyan.

Mahmûd Abbas, ji ber ku bi siyonîst îşgalker Îsraîl re peymana hevkariya emniyetê saz kiribû, gelek aktîvîst girtibûn. Ji bo berdana van girtiyên siyasî, li Ramallahê meş û mîtîng hat li dar xistin. Kesên tevlî mîtîngê bûn, destek dan greva birçîbûna girtiyên siyasî û berdana wan xwestin.

Mîting bi daweta  yekîtiya ciwanên musluman û komîteya malbatên girtiyên siyasî, hat rast kirin. Hinek wekîlên parlementoya Filîstînê jî destek da mîtîngê. Beşdaran heta ber qonaxa Mahmûd Abbas meşiyan, berdana hemî girtiyên siyasî xwestin. Bi vî awayî slogan avêtin, pankart hilgirtin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.