Mîtînga Li Îranê

Mîtînga Li Îranê

Di Salvegera Girtina Ser Sfaretxana Emrîka De Millet Civiyan

 33 sal berê di 4ê Mijdara 1979an de li Tehranê, xwendekarên unîversîteyan girtibûn ser sefaretxana Emrîka ya ku jê re hêlîna casûsiyê dihat gotin. Tê de gelek casûs û arşîv û belgeyên Emrîka hatibûn girtin ku zulm û xiyanet û şeytaniya Emrîka eşkere dikirin. Piştî inqilaba Îslamî, girtina ser vê sefaretxanê, mîna şoreşeke Îslamî ya din dihat qebûl kirin. Lewra hemî têkiliyên Emrîka yên li ser welat û milletên muslumana derdiketin holê. Milletê Îranê ji vê roja girtina ser sefaretxana Emrîka re dibêjin “roja xwendekaran û tekoşîna li ber zorbatiyê” Xelkê Îranê her sal di vê rojê de li ber zulma Emrîka mîtîngê li dar dixin.

Îsal jî bi deh hezaran kes li wê derê civiyan, li ber Emrîka û siyonîst Îsraîl û Brîtanyayê slogan avêtin, alayên wan şewitandin. Zulma wan telîn kirin.

Di xeberdanan de zulma Emrîka ya li ser welatên muslumana hat îfade kirin. Grûbên xwendekaran jî di beyanatên xwe de dan zanîn ku hê jî Emrîka şeytanê mezin dizanin û heta ku Emrîka li ber Îranê dev ji polîtîkayên şeytanî û dijminanî bernede, wê pê re têkiliyên dîplomatîk pêk neyên.

Qomandarê hêzên Besîcê Tuğgeneral Muhammed Riza Neqdî jî, siyaseta Emrîka yên li ser Îran û welatên muslumana sert tenkîd kir û da zanîn ku divê hêzên Emrîka ji welatên muslumanan bên kişandin.

Di mîtîngê de panqartên ku yekîtiya muslumana dixwestin, şîdet û qetlîama li ser muslumanên Araqanê şermezar dikirin jî hebûn. Piştî mîtîngê millet heta ber zanîngeha Tehranê meşiyan.

33 sal berê xwendekarên unîversîteyan, 52 kesên Emrîkî di sefaretxanê de heta 444 rojan rehîn girtibûn, di pey vê hadîseyê de di navbera her dû dewletan de têkiliyên dîplomatîk qut bûbûn. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.