“Mixabin mişkîleyên me çareser nebûn, kûr bûn û berdewam kirin”

“Mixabin mişkîleyên me çareser nebûn, kûr bûn û berdewam kirin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê di derheqê mişkîle û neçareserbûna mişkîleyên di nav alema Îslamê de diyar kir mixabin mişkîleyên me çareser nebûn, kûr bûn û berdewam kirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku li Stenbolê beşdarî bernameya fitarê ya ku ji teref partiya wî ve hat tertîpkirin bû di derheqê rojev û di derheqê di nav alema Îslamê de hebûna mişkîkleyan û neçareserbûna wan de nirxandinan kir. Yapicioglu di nirxandina ku kir de diyar kir mixabin mişkîleyên me çareser nebûn, kûr bûn û berdewam kirin.

“Mixabin mişkîleyên me çareser nebûn, kûr bûn û berdewam kirin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ger em cudahiyên xwe deynin rexekê dibe bi sedam belkî bi hezaran tiştên me hevpar hebin. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me berî niha jî gotibû ku em bi wesîleya fitarê li vê derê ne û me di meha Remezanê yamibarek de digel hev rojiya xwe vekir. Weke ku birayê me Erdal Beg jî diyar kir me di sala borî de jî me qala mişkîle û problemên ku aleman Îslamê di nav de ye kiribû û ji bo ev yek zêdetir berdewam neke me dia kiribû. Lê çi qas hezîn e ku mixabin mişkîleyên me çareser nebûn. Dîsa weke ku birayê me Erdal got mişkîle  kûrtir bûn û berdewam kirin.

 “Gelo ma ew ê gazin, gilî û girî  têra çareserkirina mişkîleyên me bikin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir  gelo em ê heta çi wextî tenê van mişkîleyan biaxivin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gelo ma ew ê gazin, gilî û girî  têra çareserkirina mişkîleyên me bikin? Ma em ê li ser sifreyan bi rûniştinê û bi kirina diayan ji vî halî xelas bibin? Divê em parîyekê li ser vê yekê tefekur bikin û divê em hinekî serê xwe bi vê yekê biêşenin; divê em çareseriyê biaxivin.”

Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de diyar kir ger em karibin edaletê tesîs bikin  em ê  di riya bi filî tesîskirina biratiyê de gaveke muhîm bavêjin. Yapicioglu dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ji bo em karibin fecra sadiq bibînin divê em weke ku Rebbê me ji me re emir kiriye ji hev re miamele bikin.”(ÎLKHA)


















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.