Mûaz Xetîb: “Em Ji Muzakeran Re Amade Ne”
Serekê koalîsyona hêzên şoreşgerên mîllî ya muxalefeta Sûriyê Mûaz El Xetîb da zanîn ku, li ber mîtîngên aştiyane sîlehên giran tên bikaranîn.
Serekê koalîsyona hêzên şoreşgerên mîllî ya muxalefeta Sûriyê Mûaz El Xetîb da zanîn ku, li ber mîtîngên aştiyane sîlehên giran tên bikaranîn. Ev jî, qirîza li welêt dijwartir dike.
Mûaz Xetîb wiha got “Me tim destek da hêla aştiyê. Lê îdara Esed, me mecbûrî parastina xwe kir. Li Sûriyê 2 sal e ku, wehşet didome. Heger her kes ji bo çareseriya qirîzê, hevkariya hewce neke, wê qirîz dirêj bibe. Tiştên ku derdikevin ser medyayê, ji rastiyê parçeyeke pir biçûk e.”
Mûaz Xetîb di dewamiya xeberdana xwe de wiha got “Çendakî berê bi amanca ku, Sûriyê êdî zêde xeranebe, me teklîfa muzakereyê, li hinek kesên rêjîmê yên ku sûcê herbê nekirine kir. Ev yekser hîssiyatên însanî bûn, ne ji meqsedên siyasî û eskerî bûn. Amanca me ya ewil ev e ku em ji xelkê Sûriyê re bifeyde bin.”
Mûaz Xetîb di dewamiya beyanên xwe de îqaz kir ku, heger ji derve mudaxele bê kirin, wê Xalîç têkeve nav herbê.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.