Mucahîdên Tugayên Qassam darbeyên giran li dagirkeran dixin

Mucahîdên Tugayên Qassam darbeyên giran li dagirkeran dixin

Tûgayên Qassam ragihand ku mucahîd bi êrîşa bejahî ya rejîma dagirker re rû bi rû mane û li herêmê pevçûnên dijwar rû didin.

Rejîma dagirker a siyonîst îro danê êvarê tundtirîn êrişên xwe ya bi ser Xazzayê de pêk anî. Dagirkeran bi êrîşên hewayî hemwext ji bejahî û behrê Xazzeyê bomberdûman kirin.

Rayedarên qaşo yên artêşa dagirker ragihandin ku ew li gel êrîşên hewayî êrîşên bejayî yên li ser Xezeyê jî berfireh kirine.

Tûgayên Qassam ragihand ku şervanên berxwedanê li rojhilatê Beyt Hanûn û Bûreycê bi êrîşa bejahî ya rejîma dagirker re rû bi rû ne û li herêmê şerên dijwar diqewimin.

Ji aliyê din ve kanala El-Eqsa ragihand ku li gelek eniyên sînorê rojhilatê Xeta Xazzayê şerên çekdarî yên tund bi dagirkeran re rû didin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku bomberdûmanên dijwar ên dagirkeriyê li bakurê rojavayê Xezayê û taxên li bakurê bajarê Xezayê kirin hedef.

Çavkaniyan ragihandin ku li taxa El-Tuffe ya li rojhilatê bajarê Xezayê êrîşên dijwar û tund hatin kirin.

Vê êvarê jî îşxalkeran tevnên ragihandinê yên li Şerîda Gazzeyê bi temamî qut kirin.

Çavkaniyên rojnameyê destnîşan kirin ku ji dema êrîşa 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve li Xazzeyê ji bejahî, behrê û hewayî ve êrîşên herî dijwar pêk hatiye.

Li hember vê bomberdûmana “nehemdem” komên berxwedanê ji Xazzeyê mûşek avêtin Tel Avîva dagirkirî û başûrê Filistîna dagirkirî. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.