Mudur Ji Heddê Xwe Borî
Pey ku rêziknameya nû a di derbarê cil û bergên telebeyan de ji alî hukumetê ve hate tesdîq kirin zulmên nû yên di derbarê tesettür û şerpa telebeyên keçik de tên dîtin.
Pey ku rêziknameya nû a di derbarê cil û bergên telebeyan de ji alî hukumetê ve hate tesdîq kirin zulmên nû yên di derbarê tesettür û şerpa telebeyên keçik de tên dîtin.
Mînakeke nû ji bo van zulmên nû li Wanê hat dîtin. Li Mekteba İsmaîl Hakki Tonguç a İlkoğretimê hadîseyeke dişibihe hadîseyên 28ê Sibatê çêbû.
Mudurê mekteba han Emin Guleryuz hat îddîa kirin ku ji telebeyên sernixumandî re gotiye: “Heger hûn serê xwe venekin ezê serê we jêkim. Ku hûn serê xwe venekin herin li Îranê bijîn.”
Di derbarê vê skandala nû de weliyên keçikên ku sernixumandî dixweynin ji ajansa Îlkhayê re xeberdan. Weliyan daxwaz ji rayedaran kirin ku di derbarê mudur de lêpirsîna qanûnê bê vekirin.
Weliyê keçikeke meğdûr Ahmet Yildiz beyan kir ku; digel gelek pirsgirêkên mektebê yên dinê hene Mudur bi keçikên sernixumandî re meşğûl dibe. Em vê yekê fêm nakin.
Weliyê bi navê Fatih Yildiz jî go: “Mudur ji biraziyê min re dibê heger tu serê xwe venekî ezê serê te jêkim. Vê qewet û rayê kî dide vê mudurê.”
Tepkiyên li hember akpê jî roj bi roj zêdetir dibin. Hemwelatî ji hukumetê dixwazin ku soza xwe ya namûsê bi cî bîne û hîcabê li mekteban serbest bike.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.