Muhammed el-Kurdê ji şênîyên Taxa Şeyh Cerrah: îsraîlî îşxalker in û ew li ser axên me nexwedîyê mal û milk in

Muhammed el-Kurdê ji şênîyên Taxa Şeyh Cerrah: îsraîlî îşxalker in û ew li ser axên me nexwedîyê mal û milk in

Zilm, zordarî û wehşeta ku ji teref siyonistan ve tê sepandin her ku diçe zêde dibe.

Di vê pêvajoyê de Filistînî him li ber xwe didin û him jî hewl didin dengê xwe bi rêya tora medyaya civakî bi dinyayê bidin sehkirin ku yek ji wan kesan jî Kurdê Filistînî yê ku li Taxa Şêx Cerrah dijî û navê wî Muhammed el-Kurd e.

Muhammed el-Kurd ji roja ewil a xwepêşan û pevçûnan vir ve her tim bi dîmen û vîdeoyên ku dikşand hewl dida zilma siyonistên îşxalker nîşanî dinyayê bide ku ji ber vê yekê berî vê çend rojan ji teref siyonistan ve hat desteserkirin û dû re hat berdan.

Muhammed el-Kurdê ku ji kolanan venakeşe û ji bo Qudsa pîroz wek her Filistînîyekî li ber xwe dide beşdarî weşana zindî ya televîzyonan CNNê bû.

“îsraîlî îşxalker in û ew li ser axên me nexwedîyê mal û milk in”

Di weşanê de spîkera CNNê ji Muhammed el-Kurd pirsa “Niha tê plankirin ku hûn ji malên xwe bên tahlîyekirin. Niha çi diqemin?” kir ku el-Kurd pirsa ku jê hat pirsîn wisa bersivand: “ Tiştê ku tê kirin ne tahlîyekirin e; berawajî tiştê ku tê kirin bi zorê ji cihê wan kirin û guherandina bingeha demografîk e. Lewra ji tiştê ku hûn qala wê dikin, ango ji tahlîyê re pêdivîyeke qanûnî lawim e.Ew îşxala  li Qudsa Rojhilat  di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de ne xwedîyê tu bingehê ye û ne derbasdar e. Her wisa di vir de hebûna xwedîyê mulk tê şert danîn. Îşxalkerên îsraîlî malên xwe lênekirin. îsraîlî îşxalker in û ew li ser axên me nexwedîyê mal û milk in.  Niha li ser axên me bi sedan polêsan û bi artêşê û digel îşxalkeran derîyên me tên şikandin, zarok ji şibakeyan tên avêtin, zor û zordarî tê kirin û ger merivek li ber xwe bide tê desteserkirin. Gelo ev e tahlîyekirin?Li gorî Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ev tiştê ku tê kirin sûcê şer e. Bi kurtasî rewş li vê derê pir xerab e.Ez ditirisin ku mala min bikeve destê wan.”

Di berdewama weşana zindî de kesa spîker ji Muhammed el-Kurd pirseke wisa kir: “Gelo hûn û ew malbatên din destekê didin wan bûyerên tundîyê yên ku ji ber bê meselê dest pê kirin?” Muhammed el-Kurd jî wisa bersiv da: “Gelo hûn destek didin ku ez û malbata xwe bi tundî û zilmê ji cihên xwe bên kirin?”

Taxa Şêx Cerrah

Dema ku dîrok 1948an nîşan dida siyonistan li Filistînê dest bi îşxalê kirin. Di wê pêvajoyê de çawa li tevahîya Filistînê berxwedan dest pê kir, bi heman awayî li Taxa Şêx Cerrah jî berxwedaneke bêhempa dest pê kir û şênîyên  Taxa Şêx Cerrah  derbeyeke giran li siyonistên îşxalker xistin. Li gorî daneyên dîrokî di berxwedanên wî wextî de bi sedan îşxalker hatin kuştin.

Tê diyarkirin gelemperîyê şênîyên Taxa Şêx Cerrah di sala 1948an de jî û niha Kurd in.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler