Muhammed Ferec Bi Mesûd Barzanî Re Hevdîtin Pêk Anî

Muhammed Ferec Bi Mesûd Barzanî Re Hevdîtin Pêk Anî

Muhammed Ferec Bi Mesûd Barzanî Re Hevdîtin Pêk Anî

 Do li herêma Kurdistanê li bajarê Selahedînê, serekê herêmê Mesûd Barzanî pêşwaziya sekreterê giştî yê Yekgirtûya îslamiya Kurdistanê Mamoste Muhemed Ferec û heyeta pê re kir.

Di hevdîtinê de her du alî, nêrînên xwe yên derbarê rewşa niha ya Kurdistan, Îraq û deverên niqaş li ser beyan kirin. Her dû aliyan jî, teqez li ser xurtirkirina têkiliyên heyî yên di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de kirin bi awayekî ku, xizmeta menfîetên xelk û hemiyan bike.

Her dû aliyan îfade kirin ku aliyên siyasî yên Kurdistanê, der barê aloziyên di navbera Bexda û Hewlêrê de, ji bo xurtkirina yekdengiyê bi yektewrî tevbigerin. bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.