Muhammed Sudan Xoceyê alim û mutefekkîr di 9emîn salvegera wefata xwe de tê yadkirin

Muhammed Sudan Xoceyê alim û mutefekkîr di 9emîn salvegera wefata xwe de tê yadkirin

Ji birêvebirên Cemaeta Hîzbullah Muhammed Sudan Xoca di 9emîn salvegera wefata xwe de tê yadkirin.

Muhammed Sudan Xoce Kî Ye?

Muhammed Sudan Xocayê ku di 10ê Nîsana 2014an de ji ber nexweşiyên qensera kezebê û firehbûna damarên qelbê li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin wefat kir di 9emîn salvegera wefata xwe de tê yadkirin.

Alim û mutefekkirekî Kurdîstanî Seydayê Muhemmed Sudanê ku ji hevalên Rêberê Damezrîner ê Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîoglu bû, di sala 1957an de li Gundê Dercimta navçeya Lîceya Diyarbekirê hat dinê. Lawê Hecî Sabrî Sudanê ku ji alim û rîsipiyê herêmê bû.

Hevnaskirina Wî ya Huseyîn Velîoglu

Sudan zaroktiya xwe bi terbiye û perwerdehiya Îslamî derbas kir û di serê salên 1980î de Rêberê Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîoglu nas kir. Dûvre dest bi xebatên Îslamî kir.

Sudan di sala 1987an de mala xwe anî Diyarbekirê. Li semtê Balikçilarbaşî dest bi esnaftiyê kir. Rewşa wî ya aboriyê gelek baş bû. Di demekê kurt de dev ji esnaftiyê berda û dest bi xebata Îslamî kir. Bi hevalên xwe re bû wesîla bi hezaran xwendekar li bajarê Diyarbekir û bajarên cûr bi cûr perwerdehiya Qur’ana Pîroz bistînin. Xebata Sudan Xoce û hevalên wî di demekê kurt de belavê her derê herêma Kurdîstanê bû. Ji ber xebata Îslamî bi hezaran zarok û ciwan dersê Qur’anê sitandin. Gelek însan adetên xwe yên xirab terk kirin û berê xwe dan dînê Îslamê.

Ji ber xebatên Îslamî Sudan Xoce ji sala 1993ê pê ve ji teref dewletê ve lê hat gerîn. Ji vê dîrokê pê ve Sudan xebatên xwe bi şiklekî veşartî domand. Dûvre mecbûr ma ku Diyarbekirê terk bike.

Di Girtîgehê de 10 Sal

Sudan Xoce di Mijdara 2000î de li Stenbolê hat binçavkirin. Ji teref dewletê ve çendîn roj îşkence lê hat kirin. Sudan Xoce di serê sala 2001î de ket zindanê. Ji teref DGMê ve bi binasiya endambûna Cemaeta Hîzbullahê 12 sal û 6 meh ceza jê re hat dayîn. Xoce, 10 sal 6 meh di Girtîgeha Diyarbekirê ya Tîpa Eyê, Girtîgeha Çewlîgê ya Tîpa Myê û Girtîgeha Diyarbekirê ya Tîpa Dyê de ma. Di vê pêvajoyê de wextê xwe bi ilmê Îslamî derbas kir. Xoce di sala 2011an de ji girtîgehê hat tehlîyekirin.

Wefata Wî

Piştî ku Sudan Xoce ji girtîgehê derket çû hecê. Li Mekkê nexweş ket û li wir tedawî bû. Piştî ku Xoce ji wir hat dîsa nexweş ket. Ji teref doxtoran ve hat tespîtkirin ku nexweşiya wî penceşêra cegera spî û qelb e. Seyda Muhemmed Sudan di 10ê Nîsana 2014an de di Serwîsa Onkolojiya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê de wefat kir.

Muhammed Sudan Xocayê ku bavê 9 zarokan bû waqifî ilmên mîna Tefsîr, Fiqih û Hadîsê bû.

Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîp Gumuş ji ber minasebeta salvegera wefata Seydayê Muhammed Sudan peyameke nivîskî weşandibû û di peyama ku weşandibû de destnîşan kiribû:

“Xweda her besî me ye , Ew xweş wekîl e”

Ew ên ku mirovan ji wan re gotin ’Xelk ji bona êrîşa li ser we li hev kom bûne, naxwe ji wan bitirsin!’Îcar vê gotinê îmana wan zêdetir kir û gotin ‘Xwedê her besî me ye, ew çi xweş wekîl e.

Ev bû du sal ku tu çûyî ebediyetê ku inşallah Xweda ji te razî û tu jî ji Rebbê xwe razî yî.Dibe ku du sal ne wexteke dirêj be, lê ev wextê ku bêyî te derbas bû ji me re gelekî zêde hat, ji me hemûyan re kêmasiya te da hîskirin. Ey însanê xweş! Me hewl da wesfên te di nava ayet û hedîsan de bigerin da ku wesfên tê ew ayet û hedîs ji me re bibêjin lê dema ku me vê yekê difikirî em di her ayet û hedîsekî de bûn şahidên xweşiyên te.Em bawer dikin ku exlaqê te jî mîna exlaqê Resûlê Xweda exlaqê Qur’anê bû.Lewra te her tim Wî ji xwe re mînak standibû

Îro dema ku em xortan di nava buhran û kêmasiya manewiyatê de û her wiha di nava can kişandinê de dibînin em çêtir wan hewldanên te yên ku te ji bona xortan hewl didayî da ku xort bibin mudawîmên mizgeftan û di wan de Qur’an û Sunnetê tedrisat bikin ku te ji bona vê yekê jî bi şev û rojan dixebitî; ku em van hewldanên re îro çêtir fêm dikin.Em şahid in ku te çawa ayeta ‘Xweda besî me ye , Ew xweş wekîl e’ ji xwe re kiribû dûstur û em şahid in te di bin şert û mercên herî giran de bi çi awayî mutewekkîl bûyî.Kesên ku tê nas dikin û te dizanin miheqeq ji vê re şahid in.

Ew ê ew wesfên te yên xweş bi temametî ji bona me û birayên me yên ciwan bibin mînak û em ê hemû her tim te bi xêr yad bikin

Muhammed Sudan dozvanek bû û lîbasa taqwayê li xwe kiribû. Heger ku pêwîst be em wesfên te bînin ziman divê em temamê Qur’anê û temamên hedîsan serd bikin.Tu dozvanek bû yî ku him aşiqê Qur’anê bû yî him girêdayê sunnetê bû yî û him jî lîbasa taqwayê li ser xwe girtibûyî. Ew ê ew wesfên te yên xweşik bi temametî ji bona me û birayên me yên ciwan re bibin mînak û em ê hemû her tim te bi xêr yad bikin.Xweda Teala pê û dilên me bi bereketa te û rêberê ezîz û bi bereketa tamamê şehîdan li ser dîn û doza xwe sabît bigire.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.