Muracaetên Mamostetiya Kurdî
Zanîngeha Artûklû Kitêbên Xwe Amade Dike û Xebatên Dewam Dike
Dersa bijarte ya kurdî hat qebûl kirin. Ji bo mamosteyên ku wê dersê bidin, li Zanîngeha Artukluyê ders wê were dayîn. Serlêdanên namzedan, li Zaningeha Artuklu ya Mardinê dewam dike. Ji bo dersan, heya niha 2 kitêb hatine nivîsandin.
Piştî dersa bijarte ya kurdî hate qebûl kirin û xebatên derbarê vê mijare de dewam dikin.
Bi teklîfa Wezareta Perwerdehiyê, Zaningeha Artuklu ya Mardinê, bi Lîsansa Bilind ya Bêtez, wê mamosteyên dersa kurdî bigihêjîne.
Di heyama ewil ya sala hîndekariya 2012 û 2013an de, yanê îsal, 500 xwendekarê lisansa bilind wê bên girtin. Heta niha ji bo mamosteya kurdî 300 namzedî serî lê dane.
Muracaeta li Zaningeha Artuklu ya Mardinê tê kirin, heta 27ê Tîrmehê wê dewam bike.
Cîgirê Rektorê Zaningeha Artulu ya Mardinê Prof. Dr. Kadrî Yildirim, di civînekê de kitêbên dersa kurdî da nasandin. Prof. Yildirim got “Ji bo perwerdehiyê, em amade ne û me ji bo gihandina mamosteyan kitêbên xwe amade kirine.” (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.