Mûrsî Mehkûm Effû Kir
17 Mehkûmên Musluman Bi Effa Mûrsî Hatin Berdan
Hat diyar kirin ku li Misrê 17 mehkûmên musluman bi effa serekcimhûr Muhammed Mûrsî hatine berdan. Van mehkûm, di dewra Husnu Mubarek de, ceza girtibûn. Zêdetirî 20 sal bûn di hepsan de bûn. Ji wan 3 kes ceza îdamê girtibûn. Kesên hatine berdan ji Cemaeta Îslamî û Cîhada Îslamî bûn. Wekî tê zanîn di salên 1990an de van cemaet li hember Mubarek mucadela çekdariyê dikirin.
Li aliyê din li Misrê xebata avakirina hikûmetê dewam dike. Serekwezîr Hîşam Kandîl, ji bo avakirina kabîneyê xebat û têkiliyên xwe didomîne. Tê gotin ku wê roja pêncşembê hikûmet bê beyan kirin. Xebata komîsyona qanûna esasî jî dewam dike.
Hat gotin ku wezîrê parastinê yê Emrîka Leon Panetta, di çarçova tûra rojhilata navîn de, çuye Qahîreyê. Wê bi serekcimhûr Mûrsî û serekê konseya eskeriyê Mareşal Huseyîn Tantavî re hevdîtin pêk bîne û dûre jî derbasî Îsraîl û Urdunê bibe.
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.