Mursî nameya pîrozbahiyê ya Esed red kir

Mursî nameya pîrozbahiyê ya Esed red kir

Serokê Misrê Dr. Mihemed Mursî nameya pîrozbahiyê ya ku serokê Sûriyê Beşar Esed bi helkefta serkeftina wî di hilbijartinên serokayetiyê de jê re şandibû, red kir û got ew nameya Esed qebûl nake.

Serokê Misrê Dr. Mihemed Mursî got: “Em li rewatiya we mikur nayên, aliyên ku nûnertiya gelê Sûriyê dikin, Artêşa Azad a Sûriyê û Meclîsa Serkirdayetiya Şoreşê ye û bila Sûriyê bi serbestî û azadî bijî.”

Serokê Sûriyê Beşar Esed roja sêşemê nameyeke pîrozbahiyê ji Mursî re şandibû, ku berî çend rojan wek serokê Misrê hatibû hilbijartin. Li gor kanala Arabiye, navbirî nameya Esed a pîrozbahiyê red kir.


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.