Mûrsî Sewkî Mehkema Cezayê Bû
Hat diyarkirin ku cûntaya Misrê, serekcimhûr Muhemmed Mûrsîyê ku li Misrê ewilî bi hilbijartinê bûye serekcimhûr û dûre jî bi derbeya eskerî ji wezîfê hatiye bidûrxistin, sewkî mehkema cezayê kir
Hat diyarkirin ku cûntaya Misrê, serekcimhûr Muhemmed Mûrsîyê ku li Misrê ewilî bi hilbijartinê bûye serekcimhûr û dûre jî bi derbeya eskerî ji wezîfê hatiye bidûrxistin, sewkî mehkema cezayê kir. Sersewcîyê Misrê Hîşam Berekat qirar da ku Mûrsî teşwîkî kuştina protestovanên li ber seraya serekcimhûrtiyê kiriye, ji lew sewkî mehkema cezayê bûye. Sersewcî ji eynî sûcê 14 kesên din jî sewkî mehkemê kirin.
Li aliyê din cûntaya Misrê ya qûqlayê Emrîka û Îsraîl, ji teşkîlata Îxwan 3 kesên din jî desteser kirin. Ji lîderên teşkîlatê Ehmed Nûreddîn Mensûr el Ezîz, Xatîm en Neşşar û Ebdurrehman Muhemmed Ebdurrehman bi sûcê teşwîka şîddetê û miqaweta li ber hêzên asayîşê hatin desteserkirin. Sewcîtiyê ji bo 62 mensûbên teşkîlata Îxwan jî, ji bo 15 rojan qirara desteserkirinê da.
Berî niha ji partiya hurriyet û edaletê Ferîd Îsmaîl di operasyonê de hatibû girtin û sewkî hepsa Tûrayê bûbû.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.