Mûrsî Welatên Rojava Tenkît Kir
Serekcimhûrê Misrê Mûhammed Mûrsî welatên rojava tenkît kir ku, bi deh salan e destek dane rejîmên ku te’de li xelkê wan kirine.
Serekcimhûrê Misrê Mûhammed Mûrsî welatên rojava tenkît kir ku, bi deh salan e destek dane rejîmên ku te’de li xelkê wan kirine.
Mûrsî, piştî hevdîtina bi serekwezîra Elmanyayê Ancela Merkil re, ji qezetevanan re xeber da. Mûrsî wiha beyan kir “Misir di riya dewleta hiqûqê de ye. Ji dewleta hiqûqî amanca me ne ya eskerî û teokratîk e.”
Mûrsî ji bo ku, têkilî karên nav Misrê nebin wan îqaz kir. Ji ber protestoyên li welêt, ziyareta xwe ya ku wê li Fransa bikira îbtal kir, ziyareta Elmanyayê jî bi çend saetan girt. Tê gotin ku li Misrê di hadîseyan de, zêdetirî 50 kes hatine kuştin.
Mûrsî di gera xwe ya Berlînê de da zanîn ku, rewşa neasayî ya li her sê bajarên Misrê muweqqet e, lê teleba muxalefetê ya ku dixwestin hikûmeteke îttîfaqa mîllî bê avakirin jî, bi erênî nekir. Li ser pirsên qezetevanan diyarkir ku, li Misrê hikûmeteke biîstîkrar heye. Wê di hikmê 3-4 mehan de, parlemento bê hilbijartin. Hikûmeta nû jî, wê li gor encama hilbijartinê bê sazkirin.
Hat diyarkirin ku, Mûrsî ji her sê waliyên bajarên ku, li wan rewşa neasayî hatibû rastkirin re, talîmat şandiye ku, rewşa neasayî rakin yan jî sist bikin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.