Muslumanê Araqanê
Zulm Didome, Tepkî Hindik İn, Rohîngayî Perîşan In
Rewşa muslumanê Araqanê derketiya ser medya cîhanê, lê tepkî hindik in. Ji ber vê yekê jî zalimên Bûdîst cesaret digrin ji bêdengiya dinyê. Dewleta Bangladeşê jî te’de û zulma xwe li muslumanê Araqanê dewam dike.
Weqfa alîkariyê İHH, bi îmkanên xwe alîkariya muslumanên Araqanê dike. Ji ekîba alîkariya weqfê Îslam Aslan, ji Myanmarê vegeriya û çavnêriyên xwe ji Doğrûhaberê re parvekir.
Îslam Aslan wiha diyar kir “Digel hemî tepkiyan jî, li muslumanê Araqanê qetlîamên jenosîdî dewam dike. Muslumanê direvin Bangladeşê, ji teref eskerên Bangladeşê marûzî êrîş û zulmê dibin. Qeyîkê ku pê direviyan ğerk bû ji ber van êrîşa. Bi hezaran kes, di çemê Nafê de şehîd bûne. Çemê Nafê ji wan re buye çemê Drîna ya Bosna Hersekê. Muslumanê ku nikaribin birevin jî, ji teref Bûdîstan ve, wehşiyane tên qetil kirin. Kesên di qempên multeciyan de jî, xwarin û rihetî nabînin. Muslumanê Araqanê sirf ji bo ku muslumanin tên kuştin. Bûdîst, dest dirêjî jin û qîza jî kirine û înfazên komanî rast kirine.”
Aslan peyva xwe wiha dewam kir “Ziyareta Davutoğlû û jin û qîza serekwezîr Erdoğan, hew hinekî şîddet hindik kir, lê ji zulm û wehşetan tiştek neguherî. Çara li ber vê wehşet û jenosîdê, yekîtiya musluman û yekîtiya dewletên muslumana ye. Eger ji bo vê merselê hemî destên xwe bidin hev, wê ev zulm û wehşet bidawî bibe.” (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.