Muslumanên Rûsyayê

Muslumanên Rûsyayê

Hejmara Muslumanên Rûsyayê Giha 20 Milyonî

 Xelqê Rûs, demeke dirêj di bin îdara rejîma komonîzmê de man. Di vê dewrê de xelkê musluman û xelkê din gelek zorbatî û te’de dîtin. Piştî komonîzm hilweşiya, muslumanan hinekî rehetî dîtin. Feqet îdarên nû jî te’deyên xwe dewam kirin. Berxwedana milletê musluman jî dewam kir. Îro tê gotin ku nifûsa ehlê Îslamê gihaye 20 milyonî.

Piştî dewra komonîzmê, xelkê Rûsyayê xwe di nav sewsîtiyê de dît. Hinek xelkê Rûs vegeriyan ser dînê xwe ya filletiyê. Hinek jî muslumantî ecibandin. Niha li Rûsyayê Îsevî, Îslam, Bûdîzm û Mûsevîtî ji çar dînan millet hene. Îslam piştî Îsevîtiyê tê.

Di roja me de, kesên Îslamê qebûl dikin zêde dibin. Hejmara muslumana, bi ser 20 milyonî ketiye. Li welat serokatiya karên diyanetê avaye. Karên dîn, ji hikûmeta merkezî îdare dibe. Ji ber vê yekê, alim û muftiyên diyanetê, mecbûrî li gor qanûna federasyona Rûsyayê dîn teblîğ dikin. Federasyona Rûsyayê jî, bi mucadela li ber terorê, li ehlê Îslamê te’de û zulmê dike.  www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.