Musulmanên Arakan Perîşan In

Musulmanên Arakan Perîşan In

Riya Wan a Koçberiyê Jî Hat Girtin, 110 Hezar Kes Multecî Ne

 Eziyet û perîşaniyeta mezlûm û muslumanên Araqanê naqedin. Hat îfade kirin ku riya wan a tê de koçberî dikirin jî, ji teref hêzên ewlehiya Bangladaşê ve hatiye girtin. Teknafa riya koçberiyê di bin kontrola polîsan de ye. Riya Teknafê nêzî çemê Nafê ye ku mezlûmên Araqanê ji ber zulma Bûdîstan di wir de derbasî qempên multeciyan dibin. Hikûmeta Bangladaşê jî, ji bo rê li ber koçberiyan bigre, li Teknafê hêzên ewlehiyê bicîh kirine. Li 3 noqteyan kontrola rê ava kirine.

Li aliyê din hat îfade kirin ku zêdetirî 110 hezar muslumanên Araqanê multecî ne. Li gor rapora Komîseriya bilind ya multeciyan ya teşkîlata dewletên Yekbuyî, 110 hezar mezlûmên Araqanê malên xwe terk kirine. Ji ber vê yekê, ji welatên cîranê Myanmarê hat xwestin ku sînorên xwe li multeciyên Araqanê vekin.

Berdevkê komîseriya multeciyan Adriyan Edwards da zanîn ku multecî di bin şert û mercên giran de heyata xwe didomînin, hikûmeta Myanmarê jî bi behana ewlehiyê nahêle saziyên alîkarî yên însanî bigihêjên herêma multeciyan. Adriyan Edwards ji bo sekinandina pevçûnan, gazî civakên navnetewî kir. www.bangaheq.net 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.