Musulmanên Arakan Tên Firotin
Ji ber qetlî’amên ku li Arakanê li hember Musulmanan têne kirin gelek Musulmanên Arakanê bûne muhacir. Gelek muhacirên Arakanê behra Andamanê derbasbûn û derbasê Taylandê bûn.
Ji ber qetlî’amên ku li Arakanê li hember Musulmanan têne kirin gelek Musulmanên Arakanê bûne muhacir. Gelek muhacirên Arakanê behra Andamanê derbasbûn û derbasê Taylandê bûn.
Rayedarên Polîsên Taylandê bi gemiyên ku muhacirên Arakanê hildigrin re li hev dikin û wan difroşin tacirên însanan û dişînin Malezyayê.
Hukumeta Taylandê beyan kir ku îddîayan nake pişguh û wê di derbarê van îddîyan de lêkolîn bike.
Hema hema her roj gemiyên ku arakaniyan hildigrin têne Taylandê.
Di duduyê vê mehê de zar û zêç 73ê muhacirên arakanê hatin dagirtin kamyonan û hat gotin ku wê bên dervî sînor kirin, lê belê hatin firotin tacirên însanan.
Rayedarekî li Ranongê beyan kir ku dan û sitendina bi tacirên însanan re bûye çareseriyeke tebî’î.
Muhaciren Arakanê ji ber ku ne hemwelatiyê Burmayê ne şandina wan bi paş ve dibe pirsgirêk.
Tayland naxwaze ku van muhaciran bên welatê wî.
"Muhacirên Arakanê dixwazin ku herin Malezya; Malezya jî ji ber ku Musulman in wan qebûl dike.”
Şerê li hember Musulmanê Arakan bû sedemê ku bi sed hezaran Musulmanên Arakan bikevin kampên multeciyan. Di dema şer de li ber çavê dinyayê bi hezaran musulman hatin qetlî’am kirin. Dewletên ku bi nav heqqên însana mudafe’e dikin li hember vê qetlî’ama hanê bê deng man.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.