Muxalefeta Misirê Kete Tengasiyê
Akîf :”Hinek Alî Dixwazin Li Misrê Qirîzek Siyasî Derxin”
Serekcimhûrê Misrê Muhammed Mûrsî, berî niha der barê rêkûpêkkirinên qanûnê de, hinek qirar dabûn. Van qirar bûn sebebê niqaşê û muxalefeta laîk û çepgîr, li meydanan dest bi protestoyan kir. Paşê destekvan û dilxwazên Mûrsî jî dest bi mîtînga kirin. Mûrsî niha jî beyan kir ku wan qirar hatine betal kirin. Vê betalkirin mûxalefetê xiste tengasiyê.
Li Misrê siyasetmedar û çavdêrên bêteref, îfade dikin ku divê van gavên Mûrsî bêbedêl nemînin û partiyên muxalîf pê re rûnin masê. Lê muxalefet hewla Mûrsî ya dawîn, hindik dibîne. Mûxalîfên dilxwazê dîktatorê Husnu Mubarek, beyan dikin ku gavên heta niha hatine avêtin ne bes in, û gazî protestoyan kirin. Ji muxalîfan Cepheya rizgariya Mîllî û Hereketa 6ê Nîsanê gazî kirin ku heta referandûm îbtal nebe, protestoyên aştiyane bên domkirin.
Serekê kevn yê konseya rehbertiya teşkîlata Îxwana Misrê Muhammed Mehdî Akîf, der barê rewşa Misrê de wiha xeber da “Li Misrê hinek alî ji bo çêbûna qirîza siyasî dixebitin. Ji carkê ku Mûrsî dest bi wezîfê kiriye heta niha, van kesan heqaret li saziyên dewletê kirine, xwestine îstîqrarê xerakin. Ez hêvî dikim ku wê Misir ji vê rewşê xelas bibe û dîsa li welêt îstîqrar hakim bibe.” bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.