Muxalefeta Misrê, Bo Bêje Na, Diçe Ser Sindoqan
Muxalefeta Misrê, Bo Bêje Na, Diçe Ser Sindoqan
Li Misrê hejmara hakimên ku wê referandûmê kontrol bike, têra xwe bû. Muxalefeta Misrê jî qirar da ku ji bo ji referandûmê re bêje “na”, wê here ser sandoqan. Berî niha muxalefetê diyar kiribû wê referandûmê boykot bike.
Serekcimhûrê Misrê Muhammed Mûrsî qirar dabû ku, di 15ê Kanûnê de, referandûma qanûnê bê li dar xistin. Niha wê referandûm, bi du beşan û di 2 rojan de pêk bê. Beşa ewil ku bajarê paytext Qahîre jî dinav de ye, wê di 15ê Kanûnê de bê li dar xistin. Beşa duda jî di 22ê Kanûnê de pêk tê.
Hat gotin ku ji bo kontrolkirina referandûmê, 9 hezar hakiman xwe qeyd kirine. Ji ber vê yekê, bi xwestina heyeta bilind ya hilbijartinê, riya bi du qisman hatiye qebûlkirin.
Muxalefeta Misrê, di bin cepha rizgariya mîllî de civiyan û hat gotin ku wê tevlî referandûmê bibin, lê wê bêjin “na” û xelkê jî gazî dengê “na”yê bikin.
bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.