Muxalif Li Îranê Dicivin
Muxalifên Sûrîye, li gor tê zanîn li Qeterê di dawiya hefteya bihûrî de civîneke berfireh kiribûn û li ser koalîsyoneke nû îttîfaq kiribûn.
Navê vê koalîsyona nû “Koalîsyona Şoreşa Sûrîye û Hêzên Muxalîf” hat dayîn û ji bo serekatiya koalîsyonê jî ‘alimê Îslamê Mû’az El Xetîb hat hilbijartin.
Li ser vê civîna li Qeterê, Îranê jî gavek nû avêt û di derbarê Sûrîyê de civînêkê wê li Îranê bi kirin.
Hat beyan kirin ku wê Îdara Tehranê me’zûvantiya civîna muxalifan a bi navê “Diyaloga Millî” bike.
Li gor xebera Ajansa Fars Xeberê, alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr ‘Ebdullahiyan beyan kir ku, ji bo çareseriya pirsgirêkên li Sûrîye li Tehranê wê civîneke bi navê: “Ji şiddetê re na, ji Demokrasiyê erê” bê kirin.
‘Ebdullahiyan go: “ Ev civîn, bi beşdariya gelên li Sûrîye, rêxistinên siyasî, muxalif û temsîlkarên hikûmeta Sûrîye hefteya bê wê bê kirin.” www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.