Mûxalîf û Pyd Dîsa Bihev Ketin: 59 Kuştî
Berî niha li bajarê Helebê eskerên muxalîf û mensûbên PYDê pevçinîbûn. Di hadîseyan de 21 kes hatibûn kuştin, zêdetirî 100 kes jî hatibûn revandin.
Berî niha li bajarê Helebê eskerên muxalîf û mensûbên PYDê pevçinîbûn. Di hadîseyan de 21 kes hatibûn kuştin, zêdetirî 100 kes jî hatibûn revandin. Her dû aliyan îdara Esed sûcdar kiribûn. Dûre, ji her dû aliyan gelek kesên rehîn hatibûn berdan. Ji bo agirbestî û lihevkirinê di navbera wan de hevdîtin pêk dihat.
Berî ku hevdîtin binetîce bibe, di nava mensûbên wan de li hinek mehelên Helebê dîsa şer qewimîn. Di hadîseyan de ji ordiya azad ya Sûriye 19 kes, ji partiya yekîtiya Demokratîk jî 40 kes hatin kuştin. Wekî tê zanîn PYD di bin kontrola PKKê de ye.
Do jî li bajarê Kobanîyê nêzî 20 hezar kes li hember êrîşên çekdarên PYD meşiyan.
Protestovan di bin ala Kurdistanê û ya Sûriyeyê a berê de li hemberî êrîşên çekdarên PYDê meşiya. Meşvan êrîşên dawîn ên li ser Taxa Eşrefiyeyê jî şermezar kir.
Weke tê zanîn piştî hadîseyên Taxa Eşrefiyeyê, çekdarên PYDê li Kobaniyê êrîş biribûn ser bargehên partiyên Kurd.
www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.