Muxalifan hevdîtinên ‘Astanayê’ dan sekinandin
NAVENDA NÛÇEYAN - Komên muxalif ên ku li îmzeya xwe avêtin bin peymana agirbesta li Sûriyê, êrîşên rejîm û terefdarên wê wek hincet nîşan dan û qerara rawestandina hevdîtinên ‘Astanayê’ dan.
Agirbesta Sûriyê ya ku di bin garantoriya Tirkiye û Rûsyayê de hatibû îlankirin û hevdîtinên vê agirbestê dê li Astanaya Kazakîstanê hatibana kirin. Lê belê komên muxalif ên ku tevlî peymana agirbestê bûbûn, êrîşên rejîm û terefdarên wê wek hincet nîşan dan û qerara rawestandina hevdîtinên ‘Astanayê’ dan.
Di daxuyaniya hevpar a ku ji teref muxalîfan ve hatiye dayîn de komên muxalif wiha diyarkirin “Hêzên rejîmê û muttefîkên wê gelek caran êrîşên xwe domandin û agirbestê îhlal kirin.’
Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin ger ku êrîş berdewam bikin dê peymana agirbestê xera bibe.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.