Mûxalîfan Serekwezîr Hilbijart
Li Stenbolê koalîsyona mûxalîf û hêzên mîlliya şoreşgerî ya Sûriyê, ji bo hikûmeteke muweqet serekwezîr hilbijart. Gassan Hîto, serekwezîrê hikûmetê hat hilbijartin.
Li Stenbolê koalîsyona mûxalîf û hêzên mîlliya şoreşgerî ya Sûriyê, ji bo hikûmeteke muweqet serekwezîr hilbijart. Gassan Hîto, serekwezîrê hikûmetê hat hilbijartin.
Di dengdanê de 62 ray hatin bi kar anîn. Gassan Hîto ji wan 35 heb bi dest xistin û hate hilbijartin. 18 kesî ray neda tu kesî. Hat gotin ku, Hîto pirê rayên xwe ji aliyên Îslamî wergirtine.
Gassan Hîto, piştî Ebdulbasît Seyda ji mûxalîfên Kurdan e ku, tê derenca bilind ya meqamê temsîliyê. Hîto di 1963an de li Şamê hatiye dinyayê. Di 2001an de komela parastina heqên ekaliyeta Musluman û Ereban ava kir. Ji destpêkê heta niha, destekê dide Şoreşa Sûriyê. Bi organizekirina kampanyayên alîkariyên însanî yên ji bo milletê Sûriyê, tê naskirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.