Muzakera Bi Talîban Re

Muzakera Bi Talîban Re

Li ser gaziya cemiyeta alimên îslamê ya Pakîstanê, li paytext Îslamabadê nêzî 30 partiyên siyasî civiyan û bangî hikûmetê kirin ku, ji bo aştiyeke daimî li herêma Fatayê ya ku, Talîban lê xurt e û xelk destekê didê ava bibe, bi Talîban re dest bi muzakera

Li ser gaziya cemiyeta alimên îslamê ya Pakîstanê, li paytext Îslamabadê nêzî 30 partiyên siyasî civiyan û bangî hikûmetê kirin ku, ji bo aştiyeke daimî li herêma Fatayê ya ku, Talîban lê xurt e û xelk destekê didê ava bibe, bi Talîban re dest bi muzakera bike.

Partiyên siyasî, ji bo şîddet bidawî bibe, li welêt aştî û asayîş hakim bibe, wê destekeke tam bidin hevdîtinên hikûmet û rayedarên ewlehiyê yên wê bi Talîban re bê kirin. Partiyan îfade kirin ku, şîddet ne mesela herêmekê tenê ye, mesela welat tevî ye. Temsîlkarên hikûmet û muxalefetê yên tevlî civînê bûbûn, li ser çareseriya aştiyane û riyên qanûnî li hev kirin.

Talîbana Pakîstanê mehek berê dabû zanîn ku, di bin garantoriya Nevaz Şerîfê lîderê muxalefetê û partiya Cemaeta Îslamî de, dikarin bi hikûmetê re hevdîtinên aştiyê pêk bînin.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.