Myanmar Hewar e

Myanmar Hewar e

Gelo Çima Dengê Parêzkarên Mafên Mirovan Dernakeve?

Kesek bi zulmê negihaye deverekê. Teşkîlatên navnetewî yên ji bo parastina heqên însana hatine ava kirin, mixabin ji bo zalima biqencî bidin nîşandan, bûne şebekên xwarina mafên mirovan. Gelek cara bi çavdêriyên xwe, hew qehremaniya zalima, bi rapora didin nîşandan. Eger ji ber xwe fedî nekirana, wê sîtemkaran bi xelat jî bikirana.

Li Myanmarê ji teref Bûdîstên wehşî û hov û hikûmeta zalim û sîtemkar, bi hezaran muslumanê Rohîngyayî tên qetil kirin, destdirêjî jina dikin, hinek kesan bi saxî dişewitînin, agir bera malên wan didin, bi kêr û dar û kevira wîcûdê wan perçe dikin, di heps û qempan de îşkence dikin û dikujin. Ji ber van zulm û wehşetan kesên direvin, hinek di çem werdibin, li qempên multeciyan de ğida û xwarinê nabînin, dewleta Bangladeşê, multeciyên digre dîsa dişîne ber destên zalimên hikûmeta Bûdîstan. Lê hê jî deng ji parêzkarên mafên mirovan dernakeve.

Ji muslumanê Araqanê rêveberê malpera Kalaban Press Networkê Tîn Soe û temsîlkarê muslumanê Araqanê Muhammed Yûnûs di hevpeyvînê bi wan re hatine kirin de, da zanîn ku  dinya ji bo wan, hê çavkoriya xwe didomîne. Temsîlkarê Misilmanên Arakanê Muhammed Yunus Bi Davutoglu Re Hevdîtin pêk anî û diyar kir ku ji 3yê Hezîranê vir ve, bi deh hezaran misilman hatine kuştin û bi deh hezaran kes jî winda ne.

Teşkîlata Hevkariya Îslamî jî, ji bo muslumanên Myanmarê, wê saziyên alîkariyên însanî yên mezin, di 3ê Tebaxê de li Kûala Lûmpûra paytextê Malezyayê bicivîne. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.