Nameya Wekîlê AKPê a Di Derbarê Guhdarîkirinan
Parlementerê AKPê yê Edenê Alî Kuçukaydin, di heqê waliyê Edenê Huseyîn Avnî Coş de beyan kir ku, walî parlementeran ğeyrî qanûnî daye guhdarîkirin û qeydên guhdarîkirinê jî, serwîsî hinek deveran kirine.
Parlementerê AKPê yê Edenê Alî Kuçukaydin, di heqê waliyê Edenê Huseyîn Avnî Coş de beyan kir ku, walî parlementeran ğeyrî qanûnî daye guhdarîkirin û qeydên guhdarîkirinê jî, serwîsî hinek deveran kirine. Kuçukaydin di mektûba xwe ya giliyê de wiha îddîa kir “Waliyê Edenê Huseyin Avnî Coş, di rojên dawîn de, me’melên ğeyrî heq û hiqûqê dike. Bi tabîra durust, terora dewletê rast dike.”
Parlementer Kuçukaydin diyar kir ku, walî Coş diçe kîjan bajêr, mutehîdê xwe jî dibe û li wir ji îhaleyan kar dike.
Kuçukaydin di heqê van îddîayên xwe de, bi qederê 2 rûpelan mektûbeke giliyê nivîsand û wiha got “Walî nexweşê guhdarîkirina telefonan e. Hêzên ewlehiyê dixe dewrê û parlementeran, serekê belediyeyan ğeyrî qanûnî dide guhdarîkirin û îhtîmalek mezin e ku, van guhdariyan serwîsî hinek deveran dike. Van tişt ji marîfetên Avnî Coş tenê qismek in û îspatên teva hene. Min berî niha jî van giliyan, devkî ji wezîrê kevn Îdrîs Naîm Şahîn û alîkarê wezîr Osman Guneş re gotibûn û mifettîş xwestibû. Niha jî nivîskî pêş dikim.”
Di qamûyê de tê meraq kirin ku, gelo ew ê Avnî Coş van îddîayan çawa bi cewab bike. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.