Namzedê Çewligê yê HUDA PAR Yunus Emîroglu: Xezze ji bo me meseleyekî li ser sîyasetê ye

Namzedê Çewligê yê HUDA PAR Yunus Emîroglu: Xezze ji bo me meseleyekî li ser sîyasetê ye

Namzedê Serokê Şaredarîya Çewligê yê HUDA PARê Yunus Emîroglu, di bernameya fitarî ya ku partîya wî tertîp kiribû de axivî û weha got, “Meseleya Fîlîstînê meseleya Mescîdî Eqsayê ji bona me meseleyekî îman û eqîdeyê ye.

Serokatiya Navçeya Navenda Çewliga HUDA PARê bernameyek fitarê lidarxist.

Namzetê Serokê Şaredariya Çewliga HUDA PARê Yunus Emîroglû di bernameya fitarê de axavtinek kir.

Emîroglû got her çiqas rojava welat hilbijartin be jî rojava wan di serî de Fîlistîn û meseleya Qudsê ye.

Emîroglu dûra weha got, “Ev mesle li gor me li ser siyasetê ye. Meseleya Filistînê gelekî hêjaye û ji menfeatên siyasî re nayê feda kirin. Meseleya Fîlistîn û meseleya Qudsê ji bo me meseleya îman û eqîdeyê ye.”

Emîroglû di berdewamiya axavtina xwe de wiha dest nîşan kir:

“Xezze êdî ji hepsek ser vekirî derket û êdî bûye wek goristanê. Nexweşxane tuneye, derman tuneye, doxtor tuneye, av tuneye, nan tuneye. Li Xezzeyê kulmek Misilman ne tenê ji bo Xezzeyê, ew ji bo şerefa hemû misilmanan berxwedanê dikin. Başe li dijî vê tewrê însaniyetê çi kir? Dinya çi kir? Misilmanan çi kir? Kesên dersa medeniyetê didin me li pey vê îşxal û qatlîaman in û ew li pey rejîma îşxalker disekinin.”

Emîroglû ji Tirkiyeyê re ku keştiyên bazirganîyê diçin ji rejîma îşxalker re jî rexne kir û weha got:

“Em midaxaleya leşkerî nakin. Me vê yekê fehm kir. Me tewrek siyasî jî pêk neanî. Me vê yekê jî fehm kir. Başe lê ji bo Xwedê keştiyên me yên bazirganî ji bo çi diçin axên hatine îşxalkirin. Ji kerema xwe em vê yekê lêkolîn bikin. Vêya me nake dijminê tu kesî. Em tu dijmintiyê ji îradeya siyasî re nakin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.