Namzedê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli: Şaredarî ji bo xelkê heye

Namzedê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli: Şaredarî ji bo xelkê heye

Namzedê Serokê Şaredarîya Êlihê û Parlamenterê Êlihê yê HUDA PAR Serkan Ramanli, di bernameya danasîna projeyê de derheqê projeya xwe ya “qonitên civakî” de agahîyan da.

Ramanli, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî weha got, “Emê bi tevî qonitên ku lê bikin ew ê li Êlihê pileya xwedîyê malan zêde bikin. Zêdekirina standardên jîyana malbatên me yên feqîr û dewlemendkirina wan armanca herî muhîm ya HUDA PARê ye. Ey Êlih, ew ê xelkê dewlemend bi me re bibe, bi HUDA PARê re bibe.”

“Em ê ji bo malbatên feqîr qonitan lê bikin”

Ramanli destnîşan kir ku ew ê ji bo malbatên feqîr qonitan lê bikin û ew ê wan malbatan jî weka ku kirê didin ji xwe re bibin xwedî mal û weha got, “Em ji bo hemwelatîyên xwe yên ku qezencên wan di binê pileyekî de ne qonitên ku cîhên hêşînahî û civakî hene lêbikin. Bi vê şeklê ew ê hemwelatîyên me weka ku kirê bidin ji xwe re bibin xwedîmal.”

Ramanli îfade kir ku îmkana hemû kesan tineye ku ji xwe re xanî bistîne, “Dibe ku îmkana hemû kesan tinebe, welatîyên me yên ku îmkanên wan ên meddî hindik in, sabît in û dixwazin xanîyekî wan hebe ew ê nekevin binê vê barê giran. Em dixwazin ku hejmarê kirêvanan kêm bikin. Ji ber vê yekê em ji bo hemwelatîyên xwe yên ku qezenca wan hindikin re qonitan lê bikin. Em ê bi teqsît û îmkanên mûnasîb qonitan lê bikin. Em dixwazin ku bila malbatên me yên feqîr ji fikra ‘ez emrekî jî bixebitim nikarim xanîyekî bistînim’ xelas bibin. Belê em vê pileyê nikarin heta sifirê bînin xwarê lê em dikarin kêm bikin. Çîmkî şaredarî ji bo xelkê heye.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.