Namzedê Serokê Şaredarîya Dîyarbekirê yê HUDA PARê Farûk Dînç: Me rayên xwe ji sedî 60 zêde kirîye

Namzedê Serokê Şaredarîya Dîyarbekirê yê HUDA PARê Farûk Dînç: Me rayên xwe ji sedî 60 zêde kirîye

Namzedê Serokê Şaredarîya Dîyarbekirê yê HUDA PARê Farûk Dînç, di nirxandina ku derheqê encamên hilbijartinê de lidarxist de destnîşan kir ku ew wek HUDA PARê li Dîyarbekirê ji sedî 60 rayên xwe zêde kirine, bal kişand ev jî ji bo pêvajoyên pêşve jî hêvîy

Di hilbijartina 31ê Adarê de di pêşbirka Serokatîya Şaredarîya Bajarê Mezin yê Dîyarbekirê de li gorî encamên ne fermî Partîya DEMê bi 456 hezar rayan ji sedî 60,09 , AK Partî bi 121 hezar û 500 rayan ji sedî 16,82 , HUDA PARê jî bi 53 hezar rayan ji sedî 7,34an pileyeyan bidestxistine.

Namzedê Serokê Şaredarîya Dîyarbekirê yê HUDA PARê Faruk Dînç derheqê hilbijartinê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir ku ew wek HUDA PARê li Dîyarbekirê ji sedî 60 pileyan rayên xwe zêde kirine, bal kişand ev jî ji bo pêvajoyên pêşve jî hêvîyê dide wan. Dînç, ji endamên partîya xwe re ji bona ku di pêvajoya hilbijartinê de destekên xwe kêm nekirine re û ji xelkê Dîyarbekirê re teşekur kir.

Dînç, di axavtina xwe de diyar kir ku bila encamên hilbijartinê ji bo Dîyarbekir û ji bo Tirkîyê bibe wesîla xêrê, “Nêzê 2 mehan e em di sehayê de dixebitin, em gerîyan û bernameyan lidarxist. Bi şev û bi roj em kuçe bi kuçe tax bi tax gerîyan. Bi vî alîyê ji teşkîlatên me yên ku bi me re bûne re mînak baskên pîrekan, baskên ciwanan û welatîyên me yên ku malên xwe, dilên xwe û sifreyên xwe ji me re vekirine re cuda cuda teşekur dikim.”

“Em ê ji bona ku doza HUDA PARê wek çîyayekî mezin bikin bi şev û bi roj xebatên xwe bidomînin”

Dînç, di axavtina xwe de îfade kir ku ew di xebatên hilbijartinê de û di xizmetan de gelek tiştên baş bidestxistine, “Me li Dîyarbekirê tenê ji sedî 60 pileyan rayên xwe zêde kirîye. Em di nav nerînên qirêj û propagandayên gemar de dixebitîyan û me di nav van gemarîyan de teweccûhê xelkê xwe stand, ev jî me gelek kêfxweş dike.”

Dînç, destnîşan kir ku ew ê piştî hilbijartinê jî ji xelkê xwe re xizmetê bidomînin, “Wisa xanê dike ku em ê wek serokê şaredarîyê ji xelkê xwe re xizmetê nekin lê em ê wek parlamenteran ji Dîyarbekira xwe re xizmetê bikin. Em ê vê serfirazîya xwe qet be qet zêde bikin û ji bona ku doza HUDA PARê wek çîyayekî mezin bikin bi şev û bi roj xebatên xwe bidomînin. Di vê meseleyê de em gelek bi enerjîk in, hêvîya me heye û rehtbûn bi me re tineye. Bila Rebbê min ji me re xizmetên xêrê bike nisîb.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.