Namzedê Serokê Şaredarîya Êlihê Ramanli, proje û endamên xwe yên Meclîsê daxuyand

Namzedê Serokê Şaredarîya Êlihê Ramanli, proje û endamên xwe yên Meclîsê daxuyand

Namzedê Serokê Şaredarîya Êlihê û Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, projeyên xwe yên ji bo bajêr û Endamên xwe yên Meclîsa Şaredarîyê û Endamên xwe yên Meclîsa Giştî yê Bajêr daxuyand.

Di dîwana konferansekî de danasîna projeyan û endamên Meclîsa Şaredarîyê û Meclîsa Giştî yê bajêr hat tertîpkirin. Ji danasînê re Serokê Bajêr Davut Şahîn, endamên teşkîlata bajêr, temsîlkarên STKyan û partîyî beşdarî bûn.

Pêşkêşwanîya bernameyê Enes Îmîr li dar xist û bername bi xwendina Qurana pîroz dest pê kir. Dûre jî namzedê Serokê Şaredarîya Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, axavtinekî kurt kir û 14 projeyên xwe yên ku ew ê ji pêşveçûna bajêr re bibin wesîle da naskirin.

Ramanli di axavtina xwe de îfade kir dema ku ew werin meqamên xizmetdayînê ew ê ji Êlihê re xizmetên baş bikin, “Em ji Serokatîya Şaredarîya Êlihê re namzed in. Di heman demê de em ji meclîsa giştî yê bajêr re namzed in. Êdî em dixwazin ku bajarên xwe û xwe em îdare bikin. Em dixwazin ku êdî ji meqamên daxwazîyê derkevin û bikevin nav meqamê xizmetê. Ger ku gelê me tercîhên xwe di alîyê me de bikin û em vê hilbijartinê qezenc bikin ew ê hebo hebo projeyên xwe bikin rewacê. Hemû namzed û partîyên sîyasî wadan didin û hilbijartinekî bê wad nabe. Lê îddîayekî me heye; em dibêjin ku HUDA PAR gotina ku dibêje bi cîh tîne.”

“Me tu dem sozekî ku me bi cîh neanîtîye nedaye”

Ramanli îfade kir dema ku ew werin wezîfeyê ewê wadên ku dane wê hebo hebo bi cîh bînin û bikin rewacê, “Me tu dem sozekî ku me bi cîh neanîtîye nedaye. Lê me sozên ku daye jî heta îro Elhemdulîllah bi cîh anîtîye. Hemd ji Xwedê re di vê meseleyê de ti şibheyekî gelê me a li ser me tineye.”

Proje

Ramanli, projeyên xwe weha qal kir:

“Tramway: Em ê bajarê xwe bikin bajarekî modern. Em ê di Ceddeya Dîyarbekirê de ji bo du alîyan tramwayekî çêbikin.

Em ê di dema ewil de tramwaya xwe ji Çarrêya Esentepeyê bidin dest pê kirin û heta pêşîya avahîya şaredarîyê bidomînin. Dema ku xelkê me di dewra duyem de jî me tercîh bikin em ê wê tramwayê heta Kuyubaşi TOKÎyê dirêj bikin.

Veguherîna Bajaran: Divê em xwedî li bajarên xwe, însanên xwe û sibe roja xwe derkevin. Em ê di çarçoveya veguherîna bajaran de projeyan çêbikin.

Projeyên şefqetê: Emê ji welatîyên xwe yên astengdar û îxtîyar re xizmetên belaş bidin. Ji bo ciwanên xwe yên ku miptelayê tiryakê bûne jî isleh bikin cîhan vebikin. Em ê îxtîyarên xwe yên ku tenêne tespît bikin û ji wan re bibin alîkar.

Şaredartîya Înternetê: Em ê ji bo karên şaredartîyê a welatîyên xizmetekî teknolojîk çêbikin. Ew ê welatîyên me di vê sîstemê de şîkayet, pêşnîyaz û daxwazîyên xwe bighêjînin me.

Kreş: Em ê ji bona ku barên malbatên xwe kêm bikin û ji bona ku ji dibistana wan a pêşîn re bibe alîkar kreşan vebikin. Em ê di wan kreşan de ji wan re li gorî, kevneşopî, orf û ededên wan perwerdehîyan bikin.

Çarşîya Kedê (Çarşîya Pîrekan): Em ê ji bona ku pîrekên me tiştên xwe yên bidesta çêdikin bi dilrehetî û cîhekî dilpak de bifroşin çarşîyên ku tenê ji pîrekan têne sazkirin çêbikin.

Fêhma Xizmeta Bi Zimanê Pir: Em ê ji bona ku di xizmetên şaredartîyê de pirsgirêk çênebin ew ê xizmeta bi gelek zimanî bidin destpêkirin. Em ê bi zimanê xelkê xwe ji xelkê xwe re xizmetê bikin.

Parq, Bexçe Û Cîhên Şîn: Em ji cîhên şîn û daran re ehemmîyetekî zêde didin. Em ê li gelek cîhên bajêr parq û cîhên hêşînahîyê zêde bikin û wan cîhan çêbikin.

Em ê de parq û bexçeyan de camî û mescîdan lêbikin ku bila parqa û bexçeyên me bi camîyan re bighêjin hev.

Alîkarîya Zewacê: Emê ji ciwanên xwe yên ku nikarin bizewicin re alîkarîya meddî bikin.

Qonit: Emê ji malbatên ku îmkanên wan ên meddî tinene ku ji xwe re xanî bistînin, qonitan şêbikin û ew ê jî wek ku kirê didin wan li gorî qewetên wan bi teqsîdan heqê qonitan bidin.

Çarrêyê Bi Pir: Em ê ji pirsgirêka trafîkê ya ku pirsgirêka herî mezin a bajêr e re çareserîyê bînin û bûlwaran çêbikin.

Em ê di cîhên ku trafîk zêde ye de çarrêyên bi pir çêbikin. Ji bona ku trafîka bajêr sivik bikin û çûn û hatinê rehet bikin rêya derdorê çêbikin.

Tesîsên Civakî: Emê ji bona ku xelkê me bi malbatî biçin û pereyekî zêde ji berîka wan dernekeve tesîsên civakî çêbikin.

Trafîk: Ji bona ku pêşîya trafîkê bigrin divê pirsgirêk ji holê bêne rakirin. Em ê parqên wesayîtan ya bi zêde qatî çêbikin, bi vê şeklê em ê pêşîya parqkirina wesayîtan a di nav caddeyan de rabikin û denetiman zêde bikin.

Em ê ji bona ku wesayît di lambeyên trafîkê de beredayî nesekinin derbasî sîstema sînalîzasyonê bibin.

Navenda Fuar û Kongreyê: Emê ji bona ku di beşên perwerdehî, zanyarî, bazirganî û çandê de civîn bêne lidarxistin, ji bona ku fuar bêne kirin, ji bona ku konferans û semîner bêne dayîn li bajarên xwe navendên fuar û kongreyê vebikin, çimkî lazimatîya bajarê me ji vana re heye.

Ramanli xeyn ji van projeyan çend projeyên dinê jî binav kir û îfade kir di lîsteyên me de van projeyan jî hene ku ew jî, “Ava Xwarina Zîlekê, Wê Ji Kanîyan Av Biherike, Paqijîya Camîyan, Alîkarîya Avê ya Ji Bo Malbatên Feqîr, Ji bo Paqijîya Dibistanan Personel, Qursên Bidestxistina Meslekan, Cîhên Ji Bo Taybet A Pîrekan, Bernameyên Civakî, Parqên Leyîstikê, Perwerdehî, Pirtûkxane, Otobûsa Pîrekan, Goristan, Mala Şînê, Şaredarîya Bavê ÊtÎman, Astengdar, Meclîsa Ciwanîyê, Enstîtûya Bedîuzzaman, Bankayên Zexîreyê, Parqên Botanîk, Kolanên Ewle, Zêdekirina Hejmara Hewuzan in.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.