Namzedê Serokê Şaredarîya Êlihê yê HUDA PARê: Em ji wan kesên ku bi devên xwe yên qirêj sîyasetê dikin dûr in

Namzedê Serokê Şaredarîya Êlihê yê HUDA PARê: Em ji wan kesên ku bi devên xwe yên qirêj sîyasetê dikin dûr in

Serkan Ramanli, di axavtina ku li mîtîngê li dar xist de weha got, “Divê sîyaset navbera me xweş bike, edaletê tesîs bike, piştgirîyê bide piştevanîyê. Em ji wan kesên ku bi devên xwe û dilên xwe yên qirêj sîyasetê dikin dûr in.”

Serokatîya Bajara Êlihê yê HUDA PARê, bi beşdarbûna Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li ber Camîya Kulturê mîtîngek li dar xist.

Mîtînga ku gelek welatî beşdarî bûn, bi Qurana Pîroz dest pê kir, Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn axavtinekî silavdayînê kir.

Dûre Serkan Ramanli, Kurmancî axavtinek kir.

Ramanli destnîşan kir ku bila welatîyên ku beşdarî mîtîngê bûne hêvîdar bin.

“Ew ê micadeleya me di dema hilbijartinê de mêwa xwe bide”

Ramanli, weha got, “Em ê temamî xerabîyan ji nav xwe derbixin û bavêjin. Ew ê nikaribin hezkirîyên me tune bikin; ew ê nikaribin yekîtîya me bidin sekinandin. Êdî şêr rabûne û niha tev di meydanan de ne. Dewra çeqelan, rovîyan û yên berê dawî bûye. Yekîtî û hevkarîya me şên bûye, mezin bûye; ew ê micadeleya me di vê hilbijartinê de mêweyên xwe bide.”

Ramanli li ser gotina Bedîûzzeman Seîd Nursî ku gotibû, “Di tîfaqê de qewet, di îttîhadê de jîyan, di uhuwwetê de seadet, di hikûmetê de seadet heye.” Bibîrxist û weha got, “Ew di nesîhetekî xwe de jî digot ku girêyên mihebbetê bernedin. Me jî vê gotina wî bihîst û em jî dibêjin ku em ê li dijî xelkên xwe tu dem hezkirîyên xwe kêm nekin. Em êdî ji wan kesên ku dixwazin me ji hev biqetînin re rê nedin. Em aşiqê xelkê xwe ne, em xelkê xwe hezdikin.”

“Ji bo nîşandayîna xizmeta xwe em bi qerar in”

Ramanli weha axavtina xwe berdewam kir, “Kê ku qîmetê nede dengê me bila zanibe ku em ê li hember wî bisekinin. Em yê hev in. Girêyên me biqewet e, em nûjen in. Tu kes ji me hêvî nedikir. Ji me re gotin ‘Çi hewceye hûn ewqas micadeleyê dikin.’ Me jî ji wan re got ku em ji xwe emîn in, samîmî ne û em bawerîyê bi xwe dikin. Dema ku em bi dil û can bixebitin ew ê Xwedê bide me. Me dît ku hinek hene diltirs in. Dûre me teweccûhên ku ji me re têne nîşandan dît û me wê diltirsîya wan fêhm kir. Netirsin, em dost in; em ê xelkê xwe miletê xwe di rê de nehêlin, nîyeta me ne xerab e. Yek jî weha digot, ‘Piştî ku HUDA PAR parlamenter derxist ez nexweş ketim, ketim nav cîyan û min endîşe kir lê min ji gotin û axavtinên we dît ku we heq kirîye dûre dilê min rehet bû.’ Dema ku ew bawerîya me û rewşa me dibînin, rast e em wisakîne, em biqerar in û em ê ji wan re xizmetên xwe nîşan bidin.”

Ramanli, îfade kir ku parlamenterî “meqamê ricayê ye”, serokatîya şaredarîyê jî “meqamê îcra, xizmetê ye”, ji ber vê yekê ew dixwaze ku ji xelkê xwe re berîya ku tiştekî rica bike û bixwaze, tiştekî bike, xizmetê bike.

Ramanli, di berdewama axavtina xwe de bal kişand û weha got, “Em çi ji qeyyûmên Enqereyê çi jî ji qeyyûmên Qendîlê razî ne. Em dixwazin ku bi îrada xwe qerarên xwe bidin.”

“Em ê zarokên xwe bi zimanê dayîkê perwerde bikin”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku ew dixwazin bi her şeklê xelkê xwe temsîl bikin û di nav xelkê xwe de bin, “Em li ser sê tiştan disekinin. Ya ewil bawerî û îman e. Çîmkî em Misilman in û em girêdayê Rebbê xwe ne. Em bawerîyê bi mirinê, hesabê û axîretê dikin. Dînê me berîya her tiştî ye. Em xerabîyê men dikin û başîtîyê bikartînin, em Rebbê xwe hez dikin; yê ku xwe hez bike ew ê xelkê xwe hez bike. Yê ku milletê xwe hez bike jî ew ê başîtîya civakê bixwaze. Divê em başîtîya hevdu bixwazin. Em ne nîjadperestin, em ne faşîst in; zimanê me ayeta Xwedê ye. Tirk, Elewî çibe Kurd jî ew e. Em ê zarokên xwe bi zimanê dayîkê perwerde bikin. Em ê xwedî li edebîyat, çand û kevneşopîya xwe derkevin. Tiştekî dinê yê ku em li ser disekinin jî yanê yê sêyemîn jî xizmet e; em ji xizmetê re bi her awayî amade ne. Kolanên me, taxên me û ceddeyên me mihtacê xizmetê ne. Em zimanê xwe diparêzin, em daxwazîyên xelkê xwe bi cîh tînin. Em ê rêyên we çêbikin, xizmetên we bi cîh bînin.”

Ramanli, projeyên xwe yên derheqê pîrek, ciwan û bêkarîyan de jî axivî û bal li ser tiryakê kişand, “Mixabin li welatê me esrar û eroîn gelek zêde ye. Em dê û bavan bi çavên histr dibînin, zarokên wan ji destê wan winda dibin û direvin. Diçin ewlehîyê û ba dewletê zarokên xwe şîkayet dikin. Li hember vê belayê alîkarîyê dixwazin. Em jî dibêjin ku em ê karê xwe bi xwe bikin. Em ê bi îmkanên xwe û şaredarîyê vêya çareser bikin. Em ê xwedî li wan derkevin.”

Ramanli derheqê derdorê Êlihê de jî axivî û îfade kir ku ew ê di şaredartîya HUDA PARê de li wê taxên feqîran jî avahîyên modern lê bikin, ji bo vêya îmkanan çêbikin.

“Em ji bo xelkê xwe mecbur in ku bibin yek”

Ramanli derheqê yekîtî û bihevrebûnîyê de balan kişand û weha got, “Emê ferqê û cudahîyê çênekin. Em bi eşîrên xwe, xelkê xwe û însanên xwe yek in. Divê sîyaset me nêzê hevdu bike. Divê sîyaset malbatan bighêjîne hev, di nav wan de sulhê çêbike. Sîyaseta ku miletê ji hev vediqetîne ne layiqê me ye. Wê sîyaseta ku dostîtîya me xera dike ji me re ne lazim e. Divê sîyaset navbera me baş bike, edaletê tesîs bike, divê sîyaset piştgirîyê bide piştevanîyê. Em ji wan kesên ku bi dev û dilên xwe yên qirêj sîyasetê dikin dûr in. Ez bang li hemû partîyîyan dikim! Hemû mirovên xerab û cudahîyê dikin nav me ji nav xwe derbixin. Em ji bo Êlihê bi hev re bifikirin. Em ji bo xêra Êlihê hereketê bikin. Em ji bona xelkê xwe mecbur in ku bibin yek. Xelkê Êlihê, tu ne mecbûrê ti sîyasetekîyî. Bileqs sîyaset û parlamenter mihtacê te ye. Kê bi fikr û dilê we ji we re bixêr nêz tê, hûn kê bi micadele, xeyret û samîmî dibînin raya xwe bidin wî, xwedî li xwe derkevin.”

“Ji bo yekîtîyê ev car HUDA PAR”

Ramanli di dawîya axavtina xwe de weha got, “Xûşkên min, ez dengê we dibîhîsim; hûn baş dixebitin lê heta roja hilbijartinê nesekinin û dev jê bernedin. Ez bi we şanaz dibim. Ciwan no, ez we jî dibînim, xwe sist nekin, heta ku ray werin jimartin ji meydanan venekişin, xwe sist nekin. Sistbûn qîyameta me ye. Em heta 31ê Adarê di meydanan de ne. Ji bo mihabbetê ev car HUDA PAR, ji bo edaletê ev car HUDA PAR, ji bo biratîyê ev car HUDA PAR, ji bo yekîtîyê ev car HUDA PAR.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.