Nasnameya kesên ku di teqîna Ceddeya Îstîklalê de canê xwe ji dest dabûn eşkere bû

Nasnameya kesên ku di teqîna Ceddeya Îstîklalê de canê xwe ji dest dabûn eşkere bû

Di teqîna ku li Ceddeya Îstîklalê pêk hatibû de 6 kes canê xwe ji dest dabûn, 81 kes jî birîndar bûbûn. Nasnameya kesên ku di teqînê de canê xwe ji dest dabûn eşkere bû.

Wezîrê Karên Hindir Suleyman Soylu, di piştî tehqîqata ku li Ceddeya Îstîklalê kir de daxuyanî da.

Wezîr Soylu weha got, “Em ji êrîşê gelek xemgîn bûn, 6 şehîdên terorê hene û ji Xwedê jî ji bona wan kesan rehmê daxwaz dikim.”

Suleyman soylu di daxuyanîya xwe de navê wan kesên ku di êrîşê de canê xwe ji dest dane jî eşkere kir û weha got, “Arzu Ozsoya di sala 1984an de li Stenbolê hatîye dinyayê û qîza wê Yagmur Uçara ku di sala 2007an de li Ereglîyê hatîye dinyayê, Yusuf Meydanê ku di sala 1988an de li Palûyê hatîye dinyayê û qîza wî Ecrîn Meydana ku di sala 2013an de li Seyhanê hatîye dinyayê, Adem Topkarayê ku di sala 1982an de li Gûmûşxaneyê hatîye dinyayê û pîreka wî Mukaddes Elîf Topraka ku di sala 1005an de li Rîzeyê hatîye dinyayê.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.