Nasnameya suîqastker eşkere bû

Nasnameya suîqastker eşkere bû

ENQERE - Wezîrê Karûbarên Hindir diyar kir ku suîqastker di Midûrtiya Şaxa Çevîk Kuvvetê ya Enqerê de wezîfedar bûye û navê wî Mevlut Mert Altintaş e.

Wezîrê Karûbarên Hindir Suleyman Soylu diyar kir ku kesê sefîrê Ûris Karlovê kuştiye di Midûrtiya Şaxa Çevîk Kuvvetê ya Enqerê de wezîfedar bûye û navê wî Mevlut Mert Altintaş e.

Soylu wiha pê de çû: “Altintaş di 24 Hezîranê sala 1994an de li Sokeya Aydinê hatiye dinê. Îqametgaha wî Şehzadelera Manîsayê ye. Ji Lîseya Anadoluyê ya Cumhuriyetê ya Sokeyê mezûn bûye. Mezûnê Dibistana Bilind a Pîşesazê ya Polêsan a Ruştu Unsal a Îzmîrê ye. Hêj jî di Midûrtiya Şaxa Çevîk Kuvvetê ya Enqerê wezîfedar e û ev 2 sal û nîv e ku dest bi wezîfê kiriye.”

Soylu ragihand ku ew li ser êrîşkerê sekinîne û xebatê di derbarê vê mijarê de didome. Dûvre Soylu wiha destnîşan kir: “Ev êrîş û suîqast ev êrîşa çekî li têkiliyên Tirkiye-Ûris hatiye kirin. Ev provoqasyonek mezin e. Bi taybet di heyamekî wiha ya ku têkiliya Tirkiye-Ûris pir başe de ev yek hatiye lidarxistin. Ev êrîşekî xayînî ye.” (ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.