Nasnameyên mirîyên bûyera Bismilê eşkere bûn

Nasnameyên mirîyên bûyera Bismilê eşkere bûn

Nasnameya mirîyên ku di bûyera Bismila Dîyarbekirê de miribûn ji teref Walîtîyê ve hat daxuyandin. Ji bo kesên ku beşdarî pevçûnê bûne bên qefaltin jî xebat didome.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Dîyarbekirê ve hat belavkirin de, hat bîranîn bûyera ku îro danê sibehê li Bismilê di navbera du malbatên ku ji berê ve neyartî hebûye de pevçûn pêk hat.

Di bûyerê de; welatîyên bi navê O.T., S.T., H.T., M.C.T. ile M.E.A., S.A., M.A., Y.A., Ö.A. canê xwe ji dest dane M.A. û A.A. yên birîndar jî hêj tedawîya wan didome.

Ji bo kesên ku beşdarî bûyerê bûne bên qefaltin jî xebat didomin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Wesayîtek û kesên ku di nav wê wesayîtê de ne ku tê fikirandin ku beşdarî bûyerê bûne ji bona ku bê qefaltin xebat didomin. Çekên ku di bûyerê de hatine şixulandin hatine bidestxistin, ji teref endamên me yên ewlehîyê ve jî him di hewayê de û him jî li erdê tedbîrên ewlehîyê hatine girtin.”

Malbatên Taş û Alyamaçê ji ber lihevnekirina erdan bi çekan pevçûn pêk hatibû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.