Nato Har e

Nato Har e

Nato Bi Teyara Êrîş Kir: 8 Kuştî

 Wezîfa NATO qaşo avakirina asayîşê ye. Lê mixabin ketiye ku derê, ji girîn û hêstirê pêvetir, tiştek rast nekiriye. Qaşo li hember êrîş û belavbûna fikr û zîhniyeta qomonîzmê hatiye rêxistin. Lê sed mixabin îro li Efğanîstanê, di şûna qomonîstê Rûsê hirç û har de, li ser milletê Efğan bombe û zulmê dibarîne. Roj tune ye ku eskerekî hov û har yê Natoyê, li Efğanîstanê te’de neke yan jî heqaretî muqaddesatê muslumana neke.

Eskerên Natoyê do jî li bajarê Paktîka, bi teyaran êrîşî milletê Efğan kir. Di êrîşê de çend heb mensûbên Talîban jî tê de, 8 hat kes hatine kuştin. Hat îddîa kirin ku ji qomandarên Talîban Molla Nazîr jî hatiye şehîd kirin.

Îro jî 2 eskerên Nato hatin kuştin. Li gor beyana İSAFê, li rojhilata Efğanîstanê du heb eskerên Natoyê hatine kuştin. Dîyar nebû eskerên kuştî ji kîjan welatê ne. Di vê mehê de, hejmara kuştiyên Natoyê giha 42an. Par, ev hejmar 52 bû. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.