Navê Yasîn Boru dê li Bucayê bê jiyandin

Navê Yasîn Boru dê li Bucayê bê jiyandin

Serokwezîr Bînalî Yildirimê ku li Bucaya Îzmîrê xîtabî xelkê kirdestnîşan kir ew ê navê Yasîn Boru li navenda werzîşê ya Bucayê bê dayîn.

Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo ziyaretinan  çû Bucaya navçeya Îzmîrê û beşdarî merasîma avêtina temelê bû. Dû re jî xîtabî xelkê kir.

“Ew ê navê Yasîn Boruyê ku di ciwaniya xwe de hat qetilkirin dê li Bucayê bijî”

Yildirim di axavtina xwe ya ku li Bucayê kir de destnîşan kir ew ê navê Yasîn Boru li navenda ciwaniyê bê dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ê demeke şûn de vekirina navenda ciwaniyê ya ku hûn li kêlekê dibînin bikin. Ew ê navê wê bibin Navenda Ciwaniyê yê Yasîn Boru. Ma hûn dizanin Yasîn Boru kî ye? Ewladê me yê xort ê 16 salî  weke îro tê bîra me ku ji teref rêxistina terorê PKKyê ku alçaq e ve bi şikleke hovane û wehşiyane hat qetilkirin. Ew ê navê Yasîn Boruyê ku di ciwaniya xwe de hat qetilkirin li Bucayê bijî.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.