Ne Li Ser Guhê Kesî Ye!
Li merkeza bajarê Bedlîsê, li mehela Ataturkê ava kanalîzasyonê servekirî diherike. Lê tu rayeder û mesûl guhnadinê, ji bo helkirina meselê serê xwe pê naêşînin.
Ehlê mehelê ji ber vê ğemsariya rayedar û mesûlan tepkî nîşan didin. Niştecî beyan dikin ku ava kanalîzasyonê dibe sebebê nexweşiyan. Mixtarê mehelê Aslan Deryayê da zanîn ku gelek caran miracaetî walîtî û belediyê kirine. Li hemî rayedar xwe li kerr û koriyê datînin, meselê bi ser guhê xwe re davêjin. (Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.