Nêçîrvan Barzanî: Divê wek ku dadgehê biryar daye xelkê Helebceyê werin qerebûkirin

Nêçîrvan Barzanî: Divê wek ku dadgehê biryar daye xelkê Helebceyê werin qerebûkirin

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo 35emîn salvegera Komkujiya Helebceyê peyamek belav kir û ragihand, “Divê çawa ku dadgeh û yasayê biryar daye, xelkê Helebceyê were qerebûkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, “Di 35. salvegera kîmyabarana Helebceya Şehîd de em şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em silavên xwe ji giyanê wan re û ji malbatên wan re dişînin.”

“Gelê Kurdistanê bi bîranîna vê karesatê re fedekariyên ku ji bo azadiyê dane, tîne bîra nifşên îro û tevahiya cîhanê.”

Kîmyabarana Helebceyê wek ku Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Ev mohra şerm û riswabûnê ye li ser eniya tawanbaran e, li cîhanê jî nasname û şahidiya gelê Kurd ê ku rastî zordariyê hatiye. Di nav çend xulekan de 5000 mirovên bêguneh, xweza û her tiştî canê xwe ji dest da. Bi hezaran kes birîndar kirin û koçber kirin lê nekarî vîna gelê Kurdistanê ya ji bo azadiyê bişkîne.Gelê Kurdistanê bi bîranîna vê karesatê re fedekariyên ku ji bo azadiyê dane, tîne bîra nifşên îro û tevahiya cîhanê. Her wiha erkeke exlaqî û mirovahî li ser cîhan û mirovahiyê ye ku hemû hewlên xwe bidin ji bo ku tawanên bi vî rengî li ti cihî dubare nebin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din ya peyama xwe de spasiya Hikûmeta Federal a Iraqê û hemû aliyên pêwendîdar ên Iraq û Herêma Kurdistanê dike ji bo bidawîkirina proseya parêzgehbûna Helebceyê û dibêje, “Pêwîstiya Helebceyê û xelkê wê bi her awayî zêdetir xizmetguzariyan e. Divê berî ku derengiyê keve û çawa ku dadgeh û yasayê biryar daye, xelkê Helebceyê were qerebûkirin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.