Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg dest pê kir
Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg a 650 salîya li Heskîfa Êlihê ye û ew ê ji ber Bendava Ilisuyê di bin avê de bimîne dest pê kir.
Neqilkirina berhemên dîrokî yên ku dê li Heskîfê di bin Bendavan Ilusuyê de bimînin dest pê dike. Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg a 650 salî ya li Heskîfa Êlihê ye û ew ê ji ber Bendava Ilisuyê di bin avê de bimîne bi pergaleke taybet tê kirin û ew ê turbe li Qada Parka Çandî ya Nû bê danîn. Li gor agahiyan ku hatine wergirtin ji sedî 60ê neqilkirinê temam bûye.
Berhema ku tê xwestin bê neqilkirin berhema ewil a ku dê cara ewil li Heskîfê bê neqilkirin e. Hat diyarkirin mesrefa neqilkirina turbê nêzî 16 milyon TL ye. Ew ê piştî vê kişandinê gelek berhemên dîrokî yên din jî bên kişandin.
Kurtedîroka Turbê
Turbeya Zeynel Beg ji teref Akkoyuniyên ku di navbera salên 1462-1482an de li Heskîfê desthilatdarbû ve hatiye çêkirin. Zeynel Beg lawê Uzun Hasanê hikûmdarê Akkoyuniyan e û di şerê Otlukbeliya ku di navbera Osmanî û Akkoyuniyan derket de jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.