Neqilkirina Turbeya Zeynel Beghat temamkirin

Neqilkirina Turbeya Zeynel Beghat temamkirin

Turbeya Zeynel Beg ê ku ew ê ji ber bendava ku dê li Heskîfê bê çêkirin di bin avê de bimîne bi pergaleke taybet hat neqilkirin.

Turbeya dîrokî ya ku ew ê ji ber bendavê di bin avê de bimîne doh ji bo bê neqilkirin xebat hatibûn temamkirin û îro jî xebatên neqilkirina turbê dest pê kirin ku  ev xebat bi dawî bûn û turbe hat neqilkirin. Gelek kes ji protokolê û gelek endamên çapemeniyê û welatî beşdarî neqilkirina turbê bûn.

Turbeya ku ji cihê xwe kevin tê neqilkirin ew ê ji cihê xwe yê nû ya ku 2 kîlometre dûr e re bê neqilkirin ku xebatên neqilkirinê bi dawî bûn û neqilkirin nêzî 5 seatan berdewam kir.

Berhema ku hat neqilkirin berhema ewil a ku dê cara ewil li Heskîfê  hat neqilkirin e. Hat diyarkirin mesrefa neqilkirina turbê nêzî 16 milyon TL ye. Ew ê piştî vê kişandinê gelek berhemên dîrokî yên din jî bên kişandin.

Kurtedîroka Turbê

Turbeya Zeynel Beg ji teref Akkoyuniyên ku di navbera salên 1462-1482an de li Heskîfê desthilatdarbû ve  hatiye çêkirin. Zeynel Beg lawê Uzun Hasanê hikûmdarê Akkoyuniyan e û di şerê  Otlukbeliya ku di navbera Osmanî û Akkoyuniyan derket de jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)






















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.