Neteweyên Yekbûyî xwarinên xerabûyî şand Yemena ku qeyrana mirovahî lê heye

Neteweyên Yekbûyî xwarinên xerabûyî şand Yemena ku qeyrana mirovahî lê heye

Hat diyarkirin ku Neteweyên Yekbûyî xwarinên xerabûyî şand Yemena ku lê ji ber êrîşa rejîma Siûdî û hevalbendên wê krîzek mirovahî tê jiyîn.

Li dû skandala alozkirina alîkariya xwarinê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo wargehên penaberan li Sûriye û Somaliyê, skandalek din li Yemenê rû da.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) ji Yemenê re xwarina xerabûyî şandiye, ku sê-çarê nifûsa wê hewceyê rengek alîkariya mirovî ye.

Hilal Ceşari, Midûrê Parastina Çandiniyê ya Tevgera Ansarullah, WFP bi şandina xwarina xerabûyî tawanbar kir.

Ceşharî diyar kir ku "Di alîkariya xwarinê ya WFP ya ku gihîşt bendera Hudeyda, hat tespîtkirin ku 1768 ton şokilên zer kurmik ketiye nava wan."

WFP derbarê îdîayan de hêj daxuyanî nedaye.

Ji ber êrişên rejîma Siûdî û hevalbendên wî welatî ji sala 2014an vir ve, Yemen hate kişandin nav hilweşînek mezin û kirîzeke mirovî.

Welat ji sedî 90 pêdiviyên xwe yên xwarin, sotemenî û dermanan ji xwe re îthal dike.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler