“Newala Dîcle” Tê Avakirin

“Newala Dîcle” Tê Avakirin

Wezareta Bajarbûn û Hawîrdor, dê li Amedê bajarekî nû ku bi Çemê Dîcleyê re tevlîhevbûye avabike.

Wezareta Bajarbûn û Hawîrdor, dê li Amedê bajarekî nû ku bi Çemê Dîcleyê re tevlîhevbûye avabike.

Li gor me’lûmatên ji rayedarên Wezaretê hatine sitendin, hem ji bo piştgiriya guherandina bajar û hem jî ji bo avahiyên bi rîsk bên rakirin, dê ji Diyarbekir re bajarekî nû bê avakirin.

Wezaretê, ji bo vê yekê dest bi xebatên çêkirina projeyên xwe kir. Dê di vê bajarê ku bi çemê Dîcleyê re bibe yek parçe de, sehayên fireh ku tê de ji bo 500 hezar kesî xanî bên çêkirin hebe.

Dê navê bajarê nû “Newala Dîcle” be û di vê bajarê de sehayên şînikahî, meydanên fireh, tesîsên civakî, tesîsên perwerdehî û tenduristî û merkezên tûrîzm û tîcaretê hebin.” BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.