Newroz, Cejna Biharê Ye

Newroz, Cejna Biharê Ye

Şêx Ehmedê Xanî di derbarê pîrozkirina Newrozê de wiha dibêje: “Lêkin ne bi tuhmet û bi minnet/ Belkî bi terîqê şer’ û sunnet” (Mem û Zîn)

Bi gotina ‘Elî Şerî’etî; “Sedemê ku Newroz bi sed salên dûv e dirêje li hember tevî cejnên dinyayê difuxire ew e ku, ne cejneke siyasî an jî bi peymaneke civakî hatiye zordar kirin e. Newroz, cejna dinyayê ye; roja kêfxweşiya erd, esman û rojê ye; coşa kulîlkdanê, kelecaniya vejînan e, dagirtina bi kelecaniya her destpêkê ye.

Newroz, nûbûna serhatiyeke mezin e: serhatiya eqrebatiya însan bi tebî’etê re. Her sal zarokekî ku bi karên sexte, sun’î û tevlîhev mijûl bûye û diya xwe jibîrkiriye, bi bîranînên bi kelecanî yên Newrozê ji nûve vedigere hemêza diya xwe û ji nû ve hevdîtina wê pê re pîroz dike." (Dr. Ali Şeriati, Kevir)

Bi gotina Bedî’uzzaman “Were, îro Newroza sultanî ye. Dê guhertinek çêbibe, karên ‘ecêb wê derkevin. Di vê roja xweşik a vê biharê de, em diçin vê çoltera şîn û bi kulîlkên xweşik temaşe dikin...” (Sözler)

Newroza ku, cejna mizgîniya hatina biharê ye û di dîrokê de bi derketina çolter û pesaran tê pîroz kirin, li Tirkiyê hatiye xistin rengekî siyasî û ji eslê xwe hatiye dûrkirin.

Şêx Ehmedê Xanî di derbarê pîrozkirina Newrozê de wiha dibêje: “Lêkin ne bi tuhmet û bi minnet/ Belkî bi terîqê şer’ û sunnet” (Mem û Zîn)

Îro Newroza ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tê pîroz kirin eşkereye ku ne li gor bawerî û ‘eqîda me ye.

Bi hêviya welatekî azad a ku tê de Newroz bi derketina çolter û pesaran û hemêz kirina biharê tê pîroz kirin...

Nivîskar: Necatê Zivingî

Wergêr: Muhammed Sebatî

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.