Newşîrwan Mistefa: Divê hilbijartinên serokatiyê di dema xwe de bê sazkirin
Newşîrwan Mistefa: Divê hilbijartinên serokatiyê di dema xwe de bê sazkirin
Serokê giştî yê tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa, diyar kir ku divê hilbijartinên serokatiya Herêma Kurdistanê di dema xwe de bê lidarxistin.
Serokê giştî yê tevgera Gorran îro (17.06.2013) li navenda giştî ya tevgerê li bajarê Silêmaniyê digel şandeke partiya komonîst a Kurdistanê (şûî) hevdîtin pêk anî.
Li gorî nûçeya malpera fermî ya tevgerê, di hevdîtinê de Newşîrwan Mistefa diyar kir ku pirsa destûr û hilbijartinên Herêma Kurdistanê ji bo tevgera Gorranê girîng e û wiha got: “Em dixwazin destûr mîna sîvanekê me hemûyan kom bike û sîstema parlamenî were cîbicîkirin.”
Mistefa her wiha destnîşan kir ku divê hilbijartinên serokatiya Herêma Kurdistanê di dema xwe de were sazkirin.
Tê zanîn, li gorî biryara herî dawî ya PDK û YNKê, hilbijartinên serokatiya Herêma Kurdistanê ku diviya 21ê Îlona îsal bê sazkirin, hat paşxistin.
Partiyên opozîsyonê û beşek ji YNKê alîgirê hemwarkirina destûrê û paşê jî referandomê ne lê PDK dixwaze destûr yekser bikeve referandomê.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.