Neyartîya Swêdê ya li hember Îslamê hate tescîlkirin: Ji şewitandina Tewratê re îzîn nehat dayîn

Neyartîya Swêdê ya li hember Îslamê hate tescîlkirin: Ji şewitandina Tewratê re îzîn nehat dayîn

Meqamên Swêdê yên ku ji şewitandina Qur’anê yê ku kitêba pîroz a Misilmanan e û heta roja me jî yek herfekî wî jî nehatîye xerakirin re bi beheneya “azadîya fikrê” îzîn dabû, ji şewitandina tewratê re jî di encama pêkutîna sîyonîstan de îzîn neda.

Sefîrê rejîma îşxalker a sîyonîst li Swêdê Zîv Nevo Kulman, di hîsaba xwe yê medyaya civakî de daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de diyar kir ku ji şewitandina tewrata ku hatîye xerakirin li ber avahîya sefîrtîyê re îzîn nehatîye dayîn.

Kulman weha got, “Em îzîn nedayîna ji plankirina şewitandina tewratê re a ji teref organîzatorên alîgirê zêdegavîyê ve ku di encama hevdîtina sefîrxaneya me û cemaeta Cihûyî ya mehellî bi meqamên Swêdê re, gelek kêfxweş bûne.”

Hinek bikerhênerên medyaya civakî jî di hîsabên xwe yê medyaya civakî de bal kişandin ku ji şewitandina Qur’anê re bi wesfê “azadîya fikrê” îzîn tê dayîn lê ji şewitandina tewratê re bi midexeleya sîyonîstan îzîn nehat dayîn ev jî nîşan dide ku Swêd ji sîyonîstan re xizmetê dike.

Çend bikerhênerên medyaya civakî jî gotin ku ev hereket “Du rûmetîya Rojavayê” nîşan dide. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler