Niqaşa Li Sînorê ‘Iraq
Niqaşa Li Sînorê ‘IraqÎddîa:Pêşmerge û Eskerên İraqê Hatin Hemberê Hev
Li gor xeberan hat îddîa kirin, hêzên İraqê hatin deriyê Rabia ya sînor. Li ser hinek gotina, hêzên İraqê ji bo Sûriye çûne Rabiayê. Ji ber vê yekê, di navbera hêzên ordiya İraq û hêzên pêşmerge de niqaş derketiye. Wekî tê zanîn ev derî di bin kontrola pêşmerga de ye.
Berdevkê wezareta hêzên Pêşmerge Cebar Yawer, diyar kir ku di navbera Pêşmerge û ordiya İraqê de tu şer neqewimiye. Yawer wiha got “Îro sibehê hêzekî ordiya İraqê xwestiye li navçeya Saîf heta gundê Gaînê bi cîh bibe, lê hêzên pêşmerge yên li wir rê nedane wan daku biçine navçeyê. Sebebê rênedana wan jî ev e ku hêzên pêşmerge wan dora jixwe diparêzin.” (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.